Gelo dê zimanê me azad bimîne?-Aras Yûsiv

Peyva Welat .. Kovara Welat -Hejmara (6)an

Gelo dê zimanê me azad bimîne?

Aras Yûsiv

Ji dema ku herêmên kurdî nema di bin desthiladariya rêjîma Esed de man berî her
tiştî çavên miletê Kurd li Sûriyê li zimanê wî bû, hemî partî û saziyên ziman hewl
didan ku zimanê xwe yê ku di bin gefa windabûnê de ye vejînin û li her deverê ji
herêmên Kurdî li Sûriyê dest bi korsên ziman bû. Bi rojan re korsan nema têra
fêrkirina ziman kirin û zimanê kurdî di riya waneyan de derbasî dibistanên seretayî
bû û di destpêka vê sala xwendinê de êdî dest bi perwerdekirina zimanê kurdî di
asta navîn de jî hat kirin û plan hene ku ziman di asta amadeyî jî were
perwerdekirin. Belkî ev hasten germ di perwedekirina zimanê zikmakî de li nik ti
miletan ji bilî yê kurd ku ji zimanê xwe li ser dirêjahiya dîrokê û sedsalan pê mar me
tuneye û ev hest çendîn germ e dema ku li Sûriyê kurdek fêrî zimanê xwe bibe. Îro û
piştî ku zimanê Kurdî hinekî ji nav dîwarên zindana xwe li Sûriyê derdikeve hêvî heye
ku ew bi temamî ji wê zindanê û qedexekirinê der bikeve û nifşên nû yên Kurd li
Sûriyê li ser vî zimanî werin perwedekirin. Li her deverekê ji cîhanê ziman alava
sereke ya têkiliyê ye lê li Sûriyê û li her herêmeke kurdî ev ziman tenê ji bo êşan û
kêm jî ji bo kêfî dihat bikaranîn. Hêviya her mirovekî kurd e li Sûriyê ku zimanê kurdî
nema vegere rewşa xwe ya berê ku çawa dihat binpêkirin û nifşên nû li ser wî werin
perwerdekirin belkî hinekî ji êşa nifşên berê sivik bike dêmek gelek omîdên nifşên
kurd ên berî hebnû û di dilê wan de mirin û ji nav wan ku zimanê xwe di dibistan,
kargêriyên hikûmî û li ser dîwarên kolanan bibînin dema ku navê kolanan bi Kurdî
werin nivîsandin.images (43)

Related Posts

Comments are closed.