Dîroka Ala Kurdistanê

Dîroka Ala Kurdistanê:
Izedîn Salih
Ala Kurdan,nîşana wan a cîhanî ye,ku ji jor ve rengê sor e,û ji jêr ve rengê kesk e,û ji ortê ve rengê sipiye û rokek ji 21 tîrêjan di nîvê wê de diçirise,ev ala ku em dibînin îro li ser navendên fermî yên Herêma başûrê Kurdistanê li ba dibe,ew ala kurdan ya resen e,û dîroka wê ne bi dîroka ragihandina herêma Kurdistanê re ye,lê belê gelekî jê kevintir e,ku ji destpêka sala 1919an ve Komela Te’alî Kurdistan di civîneke xwe de biryara rizgarkirina xaka Kurdistanê ji dagîrkeran û serxwebûna wê da,û alek fermî jê re hilbijart,ku di wê civînê de serokê komelê Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengê ala Kurdistanê “kesk û sor û zer”  hilbijartin û ew amade kirin “ev ala me ya niha bi xwe bû” da ku bi rêzgarkirina her bihustekê ji xaka Kurdistanê re ev al li ser bilind bibe.

Dagîrkerên Kurdistanê ji vê alê pir bi tirs bûn,lewre şerê wê bi dijwarî dikirin,lê tevî bihêzbûna dijminên Kurdan ve di sala 1927an de ji aliyê hin xebatkarên Kurd û serokên êlên Kurdî wekû “Kamîran Alî Bedirxan, mîr Celadet Bedirxan,Qedrî Beg Cemîl Paşa,Memdûh Beg Cemîl Paşa” Komela Xoybûnê bi armanca azadkirin û yekirina Kurdistanê hat damezirandin,ku wê Komelê ala Kurdistanê “ala rengîn” li xwe girt û amadebûn ji bo şoreşa Agirî li dijî dagîrkerên Kurdisatnê kir,ku şoreşa Agirî “Araratê” di sala 1927an de bi pêşengtiya Cenîralê Kurd Îhsan Nûrî Paşa vêkt û komela Xoybûnê ala Kurdistanê bo wî şandin ku li ser çiyayê Agirî “Araratê” li rex wî û hevalên wî yên şoreşger hat bilind kirin,û asîmanê Kurdistanê pê hate xemilandin,şoreşê sê salan dirêj kir,û xwîn wekû çem meşiya,lê di dawiyê de şoreş hate herifandin,û dagîrkerên Kurdistanê careke din karîbûn bi tundûtûjiyê ala Kurdistanê qedexe bikin.

Roj li pey hev derbas bûn ta bi sala 1932an ve ku zimanzanê Kurd mîr Celadet Bedirxan li Şamê paytexta Sûryê Kovara xwe ya bi navê “Hawar” weşand û bergeyê jimareke wê bi ala Kurdistanê xemiland,tê zanîn ku mîr Celadet yek ji hîmdarên komela Xoybûnê û berpirsyarên şoreşa Agirî “Araratê” bû,û ew ji bilindkirina ala Kurdistanê ser axa wê ya pîroz bê hevî nema,lewre wî di gotareke xwe de ku di hejmara 9an ji Kovara Hawarê de ser ala Kurdan wiha got: “Her milet xweyê alekê ye,al nîşana milet û welatan e,ala Kurdan ji jor ber bi jêr ve,ser hev,sor,spî,û kesk e,di nava wê de roj diçirise,divêt zarokên Kurdistanê bixebitin û rojekê barê vê rayê hilînin,ber bi asîmanê Kurdistanê ve bilind bikin,û di bin siya wê de serxwe û bi rûmet bijîn”.

Ala Kurdistanê bi vî rengî bû,herwiha di sala 1946an de li qada “Çar Çira” bi ragihandina Komara Kurdistanê re li Mihabadê li rex pêşewa Qazî Mihemed bi fermî hate bilind kirin,tev ku hin guhertin di wê alê de ya ku li Mihabadê hat bilind kirin hebûn,lê komara Kurdistanê jî dirêj nekir û bi tenê 11 mehan li ber xwe da,her wiha pêşewa qazî Mihemed li qada Çar Çira yê bi xwe hat bidarvekirin,pêşewa qazî Mihemed jî dilbijokê ala Kurdistanê bû,lewre wî berî bidarvekirina xwe rayedarê artêşa xwe mele Mustefa Berzanî dît û ala Kurdistanê spart wî û bi hêsirên ku ji çavê wî diherikîn ji Berzanî re got: “ev al sparte di stûyê te de ye,vêca lê miqate be ta ku xwedan derfetê bide te ku tu wê li ser çi bihustekê ji axa Kurdistanê be bilind bike”,Berzaniyê nemir jî rêka wî şopand û dev ji ala Kurdistanê berneda,û di gelek şoreşan de ew bilind kir,herwiha sînorên bi xwînê ji bo wê derbas kirin,ku ji piştî wî ve berzaniyan bi hezaran pakrewan di bin siya vê alê de danîn,ta ku bi serokatiya Mesûdê Berzanî herêma Kurdistana Başûr ragihandin.

Piştî ragihandin Herêma Kurdistanê,û di 9 Pûşperê ji sala 1999an de serokatiya encûmena serokweîran ya hikûmeta herêma Kurdistanê projeya bilindkirina Ala Kurdan pêşkêşî perlementoya herêma Kurdistanê kir,ku endamên perlementoyê bi yek dengî ew proje pejirandin,piştî bi dehan şoreş,û bi sed hezaran pakrewan,ev ala îro li ser xaka Kurdistanê bilind dibe,û li asîmanê wê li ba dibe,helbet cihê serfiraziyê ye li cem tevahiya Kurdên cîhanê,ku ev al wekû ala Kurdan ya fermî li bêhtirîn welatên cîhanê tê bilind kirin,û dilê kurdan pê tê geş kirin.

3

Related Posts

Comments are closed.