Aramê Tîgran,dengekî Ermen bo Kurdistanê

Aramê Tîgran,dengekî Ermen bo Kurdistanê

 

Hisên Elsîno

 

Ne bi tenê Aramê Tîgran,ku kesekî Ermen e,stiran li ser Kurd û Kurdistanê gotiye,lê hinekên din jî di vî warî depê re di hezkirina Kurdistanê de beşdar bûn,bi taybetî (Garbêtê Xaço) Xwediyê navdartirîn meqam (Lawikê Metînî),herweha (Birahîm Kêvo) ê ku hîna jî berdewam e di stirangotina bi zimanêKurdî de.

Di vê gotara me de,em ê behsa wan kesên ku bi baştirîn şêwe stirana Kurdî gotine û hêja ne ku li ser wan bête nivîsandin.

Mijara me (Aramê Tîgran e) ku weke wefadariyekê ji Qamişlo re stirana Kurdî bijartiye. Qamişlo,ew bajarê ku bavê wî himbêz kir dema ji komkujiyên li dijî Ermenan li Turkiyê reviya û xwesteka bavê wî bû ku kurê wî ji bona miletê Kurd bistirêne.

Aram Di sala 1934an de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye,nêzîka 230 stiranî tomar kiriye û piraniya wan jî bi zimanî Kurdî ne,lê bi zimanî Ermenî û Erebî jî stranên wî hene û ta niha jî zarok,ciwan,kal û pîrên Kurdan li stiranên bi dengê wî (Ay dîlberê,Ay dil,Şev çû,Zimanê kurdî) guhdar dikin û dibêjin,herwiha gelek hunermendên Kurd bi dengê xwe ew stran ji nû ve tomar kirine çimkî ev stiran bûne beşek ji kelepûra Kurdî ya resen.

Di sala 1966ê de, Aram ber bi Ermenistanê ve diçe û piştre Belcîkayê ku ta sala 1990î li wir maye.

Di sala 2009ê de li Yonanistanê, hunermendê navdar xatirê xwe ji dinyayê dixwaze piştî ku gencîneya strangotina Kurdî bi mûzîka xwe û şêweyê xwe yê taybet zengîn kir.

Berî mirina wî,Aram serdana bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê kir û bi xemgînî strana xwe li ser wî bajarî got (Rojbaş Amed),Aram ji hevjiyana li welatê xwe hez dikir û baweriya wî ku dê rojek were dîsa hemû gel û pêkhat bê nehezî û dijminayî li ser vê xakê bi hev re bijîn.

Desthilatdariya Turkiyê razî nebû da termê wî li Amedê were veşartin,ku ew jî wesiyeta Aram bû. Ev yek çarenûsa Aram bû  ku wek birayên xwe yên Kurd li xaka xwe neyê sipartin û welatê wî piştî mirinê jî lê qedexe bibe.

Aram di jiyana xwe de,tevî hemû azarî û zehmetiyan,stirana xwe ya Kurdî berdewam kir,ji ber li ser bîr û baweriya ku Kurd û Ermen bira ne rabûbû,ew rastiya dîrokê ku gelek ji nifşên van gelan carina jibîr dikin.

 

Related Posts

Comments are closed.