Asta zimanê Kurdî.. Dê çawa bilind bibe?

Asta zimanê Kurdî.. Dê çawa bilind bibe?

 

Izedîn Salih

 

Gelê Kurd ji destpêka hebûna xwe ve,di bin nîrên bindestiyê de zorê dikişîne û ji ber ku ziman endamekî bingehîn e bo hebûna gelan,herwiha çand,wêje,dîrok û hemû nirx û bihayên netewî dide nîşan,zimanê Kurdî dibû armanca êrîşên hovane ji aliyê desthilatên dagîrkerên Kurdistanê ku wan pilanbazî birêve dibirin da ku zimanê Kurdî tune bikin.

Van tevan bandoreke neyênî li ser çand û wêjeya Kurdî dikirin û dibûn sedem ku zimanê gelê Kurd belawela bibe,ji ber ku zimanê Kurdan tenê li ber hebûna xwe dida û wekî zimanekî kevnar yê Mezopotamiyayê û yek ji celebên zimanên Hindo-Ewropî  ji  bo mayîna xwe berxwedan dikir,lê tevî hemû bizavên qirkirina wî,hê jî ev ziman xwedî semyanekî zengîn maye,ew jî bi saya kurdperwer û afrênerên weke Baba Tahirê Hemedanî ku yekemîn helbestvê Kurd bû,helbestên xwe bi Kurdî bi tîpên aramî “Erebî” nivîsandin,herwiha Melayê Cizîrî,Ehmedê Xanî û ta Celadet Bedirxan û her nivîskarekî ku bi ziman û nasnameya xwe ya çandî pabend bû … hwd..

Ji aliyekî din ve jî,kovar û rojnameyên kurdî jî,wekî “Roja Kurd,Banga Kurd,Jîn,Diyarî Kurdistan û Hawarê” dibûn berbesteke asê li hember ramanên tunekirina zimanê Kurdî û stûnek ji bo vejîn û vegerîna li zimanê Kurdan yê nivîskî û afirandina zimanê rojnamegeriyê.

Belê (Ziman mercê heyînê yê pêşîn e) bi vê siloganê mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê weşand,ji bo heyîna zimanê Kurdî bide nasîn û wî wekî zimanekî wêjeyî û nivîskî bi tîpên latînî pêşve bibe,wiha bi hezarên salan ve zimanê Kurdî li ber xwe dida ta ku xwe ji tinekirinê parast û gihişte roja îro ku bi fermî li dibistanan tê xwendin,ragihandin pê-axaftin,pirtûk pê çap dibin û ji wî tê wergerandin jî,lê belê li gor hebûn û gelheya kurdan diviyabû gelek zêdetir li pêş baya,ji ber ku gelek qadên zanistê li holê hene,mixabin zimanê Kurdî di wan qadan de nayê bikaranîn.

Wilo em dikarin bi rengekî bibêjin ku xwendin,axaftin û nivîsandina bi zimanê Kurdî hîn lawaz e,ji ber ku zimanê Kurdan wekî welatê wan parçe

Related Posts

Comments are closed.