Axêverî ̎ di ferhenga kultûrî de

Axêverî ̎ di ferhenga kultûrî de

 

Gulal Kasanî

 

Di ferhenga kultûra Kurdî de,gelek şêweyên biwêjan hene ji ber ku axaftin bingeha têkiliyan e,mirovên ku xwedî radeyeke civakî bûn û civak bi xwe jî di hemû qonax û asteyên jiyana mirovane de di bin akama wan de bi bandor bû,her ew mirovên şareza bûn ku hewl didan ligor karîna xwe ya çandî û teşeya ku pê ji şûna bav û kalan hîn bûbûn di nava civakê de axaftinên şayîk û nazik bikar bînin.

Staylên biwêj û axaftinan rengreng in,ji wan me ev şêwezar ji kultûra Kurdî wergirtine: Axaftin: Gotin e,bêjandina ku  ji devê meriyan (axêverekî) bêjeyek der têt,ji wî re dibêjin axêvtinker,wek wê – Bêje – jî,dema em dibêjin axêftinbûn bi wateya” guftûgo bi guhdêr re û pey re jî,ji wî re tête bibêjtin an peyvkirin.

Axêverî di bingeha xwe de bi du biran leva dibe:

1-Axêva nerim: Ew bi xwe jî,axêveke di hiş û ramanên mirovhezan re,mîna ava rawan di têkiliyên insanan re dihere; bi zelalî naveroka mebestê têt xwiyakirin.

2_Axêva sert: Ew axêva ku bi tundî ji ser ziman vedipijiqe;bi kotekî di ser damarên mejî re derbas dibe;di dorhêleke gefxwarî re xwedanê xwe dîl dike.

Di Kultûra Kurdî de ev her du beş,pir bi teşeyên rengreng cih girtine;hin rengên axêvê hene,divêt mirov dûrî wan be:

1-Xavgo: Ew bêjeya ku bi sana ji devê axêver der tê,ji ber kesekê/î pak e “kawikî ye” ne hişyarê jîwarê xwe ye.

2-Axêftina şelewle: Ev teşeyek bi çiv û xapan e,dara xwedanê wê bi şax û pax e;nerastî têt bi karanîn,xwedanê xwe dikuje ji aliyê civakî ve,ji bilî yê dostanî,ji ber ku dibe sedema têkçûna her têkiliyekê.

 

Related Posts

Comments are closed.