Belengazî û koçberiya welatê wêran!

Belengazî û koçberiya welatê wêran!

Îdrîs Nassan

 

Ji şeş salên aloziya li Sûryê diqewem e û ji wêrana aborî,binesaziyê û civakê ya ku her diçe kûrtir dibe. Normale ku gelek belengazî û hejarî derkeve holê û jimarek mezin ji gelê Sûryê di bin xêza belengaziyê di bijî û koçber be .

Ji vî welatê  ku xwîn lê weke çemê Firatê diherike,sedhezar kûştî hene,û milyon koçber û wendayî ne. Bi hezaran astengdar û girtî ne.

Ev welatê tar û markirî,di hinavên xwe de gelek şewat û birîn jî veşartin e. Li ser her kevirekî,li paş lorînên her diwarekî nîv roxandî û di kezeba dayîkên dilşewitî de,hêvanê jiyaneke dev liken derdikev e,lê hîn tirsok û ne bawer e.

Destên zarokên li dûrî dibîstanan,bîre pênûs û lênûsan kirin e. Awirên çavên dîlberan,kil û meskere jibîrkirin e û dilên xortên ji neçarî bûne leşker li şûna evînê tiji kîn û kuştin in.

Ax welato ma qeyî tû ewqas li ser dijwariyê mezin bûye? Ma qey jiyana xelkê te ewqas erzan e? ka hembêza te ya ji herîr nermtir? Ka bêhna yasmînên te yên bi tûjiya barûdê fetisî ne? Ax welato ax birîndaro dil hejaro???

Her kolanek ji kolanên te bi hêsrên bîranînan çîroka malbatên xwe yên koçber dibêje û dipirse ka ew di çi rewşê de dijîn?

Di kûraniya bîranênên xwe de,bi bîr dixe û dibêje: “Wax jiyanê wax… Ewqas tu derewînî? Ewqas tu mirovên xwe ji bîr dikî? Hîn bêhna silavên wan ji dîwarên me neçewisîn e. Hîna dengê kenên wan ji asîmanê guhên me wenda nebûn e… Wêneyên destwerdanên wan hîn dev ji rojên me bernedan e… Hatinên bê wext,axaftinên bê destûr û şopandina nûçeyên bi meraq ji bîra me neçûn e.

 

Related Posts

Comments are closed.