Ber bi festîvalên bi xlatê madî ve.

Tiştekî balkêş e di vê dema dawî ku hinek sazî û dezgehê çandî li rojavayê kurdistanê êdî dest bi xelatkirina hin kesayetiyên rewşenbîrî kirine û ew hîn li ser rûye vê jîyanê ne , ev tişt pêwistîiyeke giring bû da ku karibe motivation bide wan û ji wan re bide xuyanîkirin ku hinek hene karê wan dişopînin û karê wan cihê rêz û hurmetê ye.

Xelatkirina rewşenbîrên rojavayê kurdistanê ji alîyê saziyên çandî ve tevî ku giring e û karekî gelekî cihê rêzê ye lê ew karibin xelatên xwe bi aliyên madî ve jî girê bidin.

Alîyê madî li ba gelek rewşenbîrên kurd bûye kelemeke gelek mezin li ber çapkirin û berdewamiya xebata wan .ji xwe gelek ji me dizanin ku komeke baş ji nivîskar , wêjevan , dîroknivîs û helbestvan…. li benda wê yekê ne da ku karibin berhemên xwe çap bikin.

Li piraniya deveran ji cîhanê, nivîsandin wekî karkî ye, nivîskar dikare ji ber berhemën xwe bijî û mesrefa jiyana xwe peyda bike, ji ber dema kêşeyên aborî neyên çareserkirin ew kesê nivîskar dê nikaribe tiştekî berdewam pêşkêş bike.

Em jî wek kurdên rojavayê kurdistanê dem hatye ku em bi rengekî nû bi nivîsandinê û jiyaneke bê kêşeyên aborî peyda bikin

. Aras Yûsiv

Related Posts

Comments are closed.