Ber bi festîvalên bi xlatên madî ve

 

Tiştekî balkêş e di  vê dema dawî ku hinek sazî û dezgehê çandî li rojavayê kurdistanê êdî dest bi xelatkirina hin kesayetiyên rewşenbîrî kirine û ew hîn li ser rûyê vê jiyanê ne,ev tişt pêwîstiyeke giring bû da ku karibe motivation bide wan û ji wan re bide xuyanîkirin ku hinek hene karê wan dişopînin û karê wan cihê rêz û hurmetê ye.

Xelatkirina rewşenbîrên rojavayê kurdistanê ji aliyê saziyên çandî ve  tevî ku giring e û karekî gelekî cihê rêzê ye lê ew dê karibe hîn û hîn bandora xwe bilîze dema ew karibin xelatên xwe bi aliyên madî ve jî girê bidin.

Aliyê madî li ba gelek rewşenbîrên kurd bûye kelemeke gelekî mezin li ber çapkirin û berdewamiya xebata wan,ji xwe gelek ji me dizanin ku komeke baş ji nivîskar,wêjevan,dîroknivîs û helbestvan….li benda wê yekê ne da ku karibin berhemên xwe çap bikin.

Li piraniya deveran ji cîhanê,nivîsandin wekî karkî ye,nivîskar dikare ji ber berhemên xwe bijî û mesrefa jiyana xwe peyda bike,ji ber dema kêşeyên aborî neyên çareserkirin ew kesê nivîskar dê nikaribe tiştekî berdewam pêşkêş bike.

 

Em jî wek kurdên rojavayê Kurdistanê dem hatye ku em bi rengekî nû bi nivîskarên xwe re bidin û bistînin û karîbin ji wan re rewşeke alîkar bo nivîsandinê û jiyaneke bê kêşeyên aborî peyda bikin.

Aras yûsiv

Related Posts

Comments are closed.