Berbanga ku dayîk bê hêsir girîn

Berbanga ku dayîk bê hêsir girîn!
Îdrîs Nehasn.
Di berbanga reş de,Kobaniyên ku di xewna destpêka roja nû de bûn,hê ji xewa şêrîn şiyar ne bû bûn. Weke her car li benda tîrêjên rohaniyê bûn, li benda çalakiyên berdewamkirina ji hev derxistin û ji nûve sazkirina malên xwe bûn. Wan ji kavil û roxandina bajarê xwe bêhtirî apartman û alt û îstên welatên din hezdikir in. Bêhna wan li koçberiyê çikiyabû û hedana wan bi jiyana dûriyê ne dihat. Bi lezgînî berê xwe dabûn mal û welat û gotibûn “konek li ser kavilên me ji herî bilindtir avahiyên biyaniyan giranbuhatir e”. em ê herin li Kobaniyê ji xwe re konekî bikar bînin,lê em piştî rêzgarkirina axa xwe li vir namînin.
Karwanên vegerê bi lez dihatin,kenê li ser lêvên wan pir şîrîn hildihatin,û hêvî bi dilgermî ji hinavan derdihatin. Roja Kobaniyê li hemû deveran ronîtir dibû û navnîşana wê bê şîrovekirin pênase dibû,lê hîn bêhna xwînê ji av,ba û axa wê giran dihat.

Di berbagna sibê de,di berî qîrînên dîkan û bangwaziya melan Ezraîl destê xwe hilmalandibû û lîsteyek mezin ji zarok,jin û hemû temenan nivisîbû. Ne xewnên zarokan bi bîr xistibû û ne jî kenê di xewa wan de berçavkiribû,tenê kêra mirinê tûj û biriqandibû.
Kûjerên dil reş,zik reş û hov raman,li gor baweriyên xwe yên têrorîst,doza bihuştê dikirin û bilez li bende dîtina horiyan bûn. Zarokên li ber şewata kêran,herkandina xwînê û tirs û taya mirinê ya sar diqîran,dilê wan ne êşandin,kezeba wan jî ne livand in.
Bi dilekî tiji hêrs û kîn,bi hovîtiyeke ji ya hemû ajal û cinawiran mezintir,wan zarok bê serî kirin,dayîk,astengdar û kalemêr gulebarandin. Ne digotin leşker e,siyasetedar e, oldar e an jî ne bawer e. Tenê digotin bikujin evên bê ol,evên kafir bikujin. Ji lewre bi lezgînî dixwestin di bin sîwana berbangê de,herî mezintir jimara kuştinê bikin. Û wan bi rastî piraniya qurbaniyan veşartî kuştin.
Kesên dengê fişekan bihîstin,wan jî gule berdan,û bi rêzgarkirina deverek nû,weke her car şabûn. Lê wan nezanîbû ku bi kuştina hemwelatiyên xwe yên bê hawar û bê qîrîn şadibûn. Matmayî man,şaş û wenda bûn,kî wan dikuje,çawa ev çê bû,çima,û ka û hwd….. pirs di serê wan de radibûn?.
Dîsa bi destê zarokan girtin.Xwas û tazî,çav bi hêsir,term û laşên kuştî û birîndaran li paşxwe hiştin. Li ber sînorê girtî û di nav daristanê de kesên zindî lihev civiyan,lê li paşxwe,li bajarê ku di bêhna xwînê û tariya agirê şer de wenda dinerîn û ji koçberiya berê bêhtir tirsiya bûn.
Careke din darbestên mirinê hatin hildan,goristaneke din ava bû,lê dilên gel nigîriyan. Ne di êşiyan,ne jî hêsir barandin,ew tenê di wêneyên berbanga mirinê de bûn. Di xeleka xewnên nîvçe,sibêha ku nehilat wekî her car û hawarên ku bi şahiyê hatin pêşwazîkirin de digeriyan. Hêdî hêdî kevirê xwe didan ser dilên xwe û wênyên her sê rojên komkujiya berbangê dicivandin û di bîranîn ên xwe de vedişartin.
Hin kes bi hinavên birîndar li koçberiyê vegeriyan,lê yên din ji agirê axînên xwe hêrseke mezin afirandin û careke din di kavilên Kobaniyê de jiyan. Kobanî weke dayîkek temen mezin piştxwarbû,brîndarbû û nedikarîbû li ser kuştiyên xwe bigiriya,wê tenê dilorand û digot: “Îro min baş zanî ku her çiqas hûn nakokdarbin,lê dijminên we hemû yeke,xwîna we li ser xaka min tevlîhev dibe û dijmin we cûda nakin.”
Çima hûn van tiştan cûda nakin?. Lê hûn ticarî cûda nakin!
Têbîn: Di berbanga ku di 25, Pûşpera/Hizêrana 2015 de çêbû,251 kuştî,267 brîndar,37 zarok û 77 jin- 3 ji wan du canî- bûn. Hemû sivîlîn.

11

Related Posts

Comments are closed.