Çanda yasayî û girîngiya wê ji civata kurdî re

Celal M Emîn

Yasa :peyveke yûnaniye wateya wê darê raste, û dûre derbasî zimanê Farisî bû û bi wateya kokê ango koka tiştan û rewiştên wan bi kar hate anîn, û dûre ji Farisî bi  wateya koka tiştî yan rêbaza ku li gorî wê diçe yan rista ku li gorî wê tişt têne rêzkirin, û bi rengekî yeksane û  pir car bi rengê ku bikeve bin siya risteke çespandî  derbasî zimanê Erebî bû û bikar hate anîn.

Lê belê ji alî zarawayî:

Yasa:hin ji rêzanên pêkhatî ku reftarê kesan digel hev û digel kişwerê  sazdike, û ji hêla kelîja yasadanînkî ve hatiye danîn. Û yasa hin jê têkilyên mirovan digel hev sazdikin û hin ji wan têkilyên kesan digel kişwerê û sazumanên wê sazdike. Û hin jê hene ku mafinî mirovan dixe stuyê kişwerê û hin jî mafinî kişwerê jî  dixe histuyê mirovan. Û hin jê hene rêzanên wê karnehêlin û hin ji wan rêzanên wê karpêwîstdikin. Û hin ji wan bi mafê gelemperî ve girêdayîye ji hêla peyketina tawanê. Û hin jê bi malbat û karkir û karmendan girêdayîne mîna

Yasa çiloniya mirov-yasa kar-yasa rehbernasînê-yasa bingehî yê karkirên di destlatê (kişwerê)de   û yasa sezayan  û yasa şarewanî hwd.

Mîna ku hemû civat guh didin hişyarkirina tendurustî û ya çandî û ya civakî, wisa jî barê kişwerê ye ku çand û hişyariya yasayî dinav civatê de belav bike, û hêla  yasayî   bi nav kesên civatê  ji ser guhê xwe re navêje ji ber ku ev hêl ne kêmî hemî hêlên dinie.

Û piştî ku pêwendiyên civakî û abûrî ketin aloziyan bi rengekî, ku bawerî di navbera mirovên civatê de nema, pêwîst bû ku yasaninî çêbibin ku mafê mironav biparêze û karrayinî çêbibin ku mirov biparêze ku nekeve şaştiyan( weke riyeke parastinê).

Tevî ku ji dema yasa Romanî û yasa Misrê û yasa Hemorabî,  yasanî  ku mafê kesan biparêze hebûn, û olên xwedayî mîna misilamntiyê xwe tevî pêwendiyên bazirganiyê kirin (xweda di qurana pîroz de dibêje;gelî bawermendan ku we wam ji hevdû  heya demeke pendî birin  binûsînin)elbakara.

Lê belê civatê pir guh nedida van mijaran, heyanî ku diketin şaştiyê

Civata Kurdi ji ber qewatên xwe guh nedida yasayan, û qewatên wê ji yasayê xurtir bû, û di dan û standina xwe digel kesan xwe dispart baweriyê ji ber wê nikaribû xwe biparasta û dibû qurbana nezaniya yasayî û ziyan digihande xwe Vajî civatên bajarên mezin, ku kesên wê fêr bûn ku ji şaştiyê kesên din sûdê bibînin, ta radeya ku pir ji kesên wan bajaran  pir tiştên yasayî nasdikin. Sedema herî rast ewe, ku civata kurdî bihtirê wê civateke gundiyê û fedî sedema herî bihtire ku nahêle têkilyan   di navbera kesên civatê de bi rengekî yasayî  sax bi rêxînin.

Daxwaza belavkirina çanda yasayî di civatê de, pêwîst nake ku divê her mirov mafnasbe, lê belê bi kêmanî divê tiştên giring nasbike ku di jîna wî ya rojane de bikêrî wî were.

Ziyana nezaniya yasayî.

Pir akaminî nezaniya yasayî li ser mirov û kişwerê di yek demê de hene, ji ber dibe ku mirov bi şaştiyeke biçûk mafên xwe wendabike, ku karîbû  bi pirsekê ew mafî biparasta û ev kêmanî dibe akamê dibe  ser malbatê tevde. Wisa jî ku mirov kete wê şaştiyê ewê ji neçarî berê xwe bide dadgehan, û wisa barê kişwerê giran dibe û jimara dozan pir dibe û dibe sedemek, ku çareserkirina doza kesê ziyan dîtî derengkeve, lew carna mirov di mafê xwede dibihure û baweriya wî bi dadweriyê namîne,  û carian dike ku mafê xwe bi destê xwe bistêne, û hingê ji rewşekê dikeve rewşeke xerabtir.

Sûda çanda yasayî û bernameyên alîkar

Du armancên çanda yasayî hene :

Yek: parastinî ye, ew jî karê wê ku wan kesan li berxînin, ku çawa bi kesên din re bidin û bistînin, da ku ti şaştiyan nekin û giringiya vê ewe ku mirov xwe diparêze berî ku tekeve ti şaştiyan.

Dido: çareserkirine, ew jî mirovan fêrdike çawa bike, piştî ku dikeve şaştiyê û çawa dozdariya mafê xwe bike, da ku nebe lîstokeke di destê keysebazan de.

Çanda yasayî bernameyan datîne,  û pajeyên ku  mafnas karibe têre alikariya kesan bike û wan li ber xe  ku yasa çiye, û çawa xwe û malên xwe ji xapandinan  û wan ji karên ku dibe azadiya wan ji dest wan wendabike biparêze- xuyanîdike.

Ji ber vê yekê,  çanda yasayî fereziya mirovan xurtdike, û nahêle di gavê xwede didilî be, û dihêle ku hemû karên xwe bê tirs û bi baweriyekê mezin pêkbîne, ji bilî  ku dihêle ew kes mirovekî birêz be û rêzgirtina yasayê dike û hayê xwe jê tîne ku pêk bê.

Giringtirîn şêweyên belvkirina hişyarî û çanda yasayî ev in:

-Derbaskirina  çanda yasayî di rêbazên dibistanan de bi rengekî hêsan.

-Fêrkirina civatê, ku her malbatek parêzerekî wê hebe.

-Derxistina kovarên yasayî.

-Bernameyên televizyonê.

-Cêkirina quncikinî yasayî di kovarên çandeyî.

Pir yasanî giring hene, pêdiviyê ku her kes bi wan zanibin ji ber ku nêzîkî malbatê ji dûr yan nêzîk dibin.

-Yasa çiloniya mirov, û tiştê herî giring têde rêkkewtina mêrkirinê ew jî pir jin bûne qurbana nezaniya encama wê rêkkewtinê.

-Yasa şarewanî, û tiştên herî giring têde rêkkewtinên firotin û giraw û kirêdanê ne.

-Yasa sezayan, ew jî têde xuyanî dike seza her karî çiye wisa dihêle mirov nekeve şaştiyan.

Û pir yasayên din yên ku bi herşeyeke taybet ve girêdayî, em karin di cihna din li ser biaxivin. Û ji ber ku çandweşana yasayî bûye pêwîsteke û bareke ji barên kesên rewşenbîr, ji ber wê pêwîste ku quncikên yasayî di hemû kovaran de bêne  pendkirin ji bo belavkirina çand û hişyariya yasayî li ba hemû herşeyên civatê.

 

Parêzer: Celal Muhemed Emîn(hozan dilzar)

 

Related Posts

Comments are closed.