“Dad û Dadwerî”…Ebdilrehman Ico

Dad û Dadwerî

Ebdilrehman Ico

 

Danasîna Dadweriyê: Têgeheke, bêlayentiyê di dadgehkirina hermirovekî de penî dike, dîtineke mirovane ye bo derdora ku her mirovek li wê dijî, bi merca ku ev dîtin bi yasayeke danînî, bêyî ti control were birêkxistin û bi beşdariya hemiyan.

Dadwerî berûvajî sitem û tundrawê ye, armancên dadweriyê wekhevî, hevsengî û tunekirina ziyan û parastina berjewendiyên taybet û giştî ne.

Dadwerî têgeheke, sincî ye, li ser rastî, sinc, hişmendî, yasa, yasaya xwezayî û standina mafan ava dibe. Bîrdozên dadweriyê gellekî di nav civakekê û civakeke din de ne cîwaz in, lê pêkneanîna têgehên wê cîwaz in û di dema cîwaziya têgehan de dadwerî nabe.

Dadwerî ew yasayên xwezayî ne, yên ku bi hebûna gerdûnê re bûn, pêkanîna dadweriyê bo mirovan girêdayî têgihandin û bîrbirina wan e bo nameyên esîmanî yên ku daxwaziyên Xweda zelal dikin.

Dadwerî sedema pêkvejiyana kesên xizan li gel dewlemendan di civakekê de ye, mafê xizan û dewlemendan e. Bo pêkanîna dadweriyê di civakê de ne pêwîst e yasayên danînî li dadgehan pêk bên, mirov yasayan dideyinin û yasa berjewendiyên kesên ku wan dideyinin bêhtir diparêzin. Yasa cudayî dadweriya yasaya Xwedayî ye, lê mirov yasayê dideyinin û dibe bi dadweriyê re hevkêş be, dibe ne hevkêş be.

Dadwerî bo jiyana mirovan li gel hev berdewam bike bingeheke serekî ye, her wiha di sinc, maf û felsefeya civakî de tewereke serekî ye û bingeheke lêkolînên dîtina pîver û têgrayên sincî û yasayî li wê pêktê.

Ji hêla Ziman: Tiştê ku di hundirê mirovan de radibe, ew li dijî sitemê ye û dad hikimedariya bi mafan e.

Dîrok: Iflaton: Dadwerî ku nirxekî bingehîn e û li ser bingeha vê qenciya nimûneyî divê her mirovek ( jiber xwe ve) bi erekê xwe rabibe bo danîna her sê beşên giyan ( arzû, lehengî û têgihandin) di dema bobelatan de.

Arîsto û Toma Elekiwînî: Dadwerî ne bi tenê qenciyeke bingehîn didîtin, lê karekî baş û fedekariyek bo yên din jî.

Şêwazên Dadweriyê:

 Eger dadwerî hikimdariya bi mafan be, ew di dema pîvana li ser mafên xwezayî de çespandî ye, û di dema pîvana li ser mafên standî de ( yên ku mirov wan dideyinin) ew guhertane ye .

Dadweriya Wekheviyê:

Wekheviya mirovan di rêya cudabûna ji cudakirina di nav komên mirovan de, li ser bingeha zayendê, yan regezê, yan bawermendiyê, yan bingehên din, lê dibe were gotin ku hemi mirov azad û wekhev di mafan de ji dayik dibin, weke rûmeta wan.

Dadweriya Siyasî: Mafê karê siyasî yê niştimanî û cîhanî ye.

Dadweriya Dadmendî: Danîna yasayên hevseng û hevkêşiya di nav tawan û sezayê de û mafê dadgehkirina dadwer û eşkere û dubarekirina biryarên dadgehkirina leşkerî ta sezayên di bin zindanê de û girêdana wan bi werzişê bi tenê ve( kêmkirina dadgehkirina leşkerî).

Dadweriya Alugor: Dikeve nav dana bijardinan de li ser ziyanan û çareserkirina wan û dûrketina ji bingeha çav bi çav û diran bi diran de bo ziyan ( li gor derfetê) bibe buhayiyeke babetî û derfetdayînê.

Dadweriya Civakî: Dabeşkirina saman, cih û delîvên kar bi awayekî dadwer, her wiha pêkanîna pêdiviyên bijîşkî û yê mjiyanê çi xwarin be çi pêdiviyên din be.

Dadweriya Parastina Civakî: Weke parastina kêmendam û kêmnetewan û pêkanîna karîna jiyan û hevjiyana li gel yên cîwaz.

Dadweriya Nifşan: Hevkêşiya di nav nifşê îro û nifşê siberojê de, di rêya hevsengiya di nav bijardina xaneşînê û sewgirandina xaneşînî de, di rêya hevsengiya jîngehî û sûdewergirtina ji samanên di bin zemînê de, bêyî ku were ji bîr kirin ku ev saman destnîşankirî ne, her wiha hewildana başkirin û nûderîna alavên berhemdana wezeya ku nû dibe bo xakeke ku jiyan li ser dibe, were spartin bo nifşê nû.

Buhayiya Dadweriyê di Mislimantiyê de: Mislimantî li ser pêkanîna dadê di nav mirovan de teqez dike, lewra prosêsa bijartina dadmendan girêdayî gellek mercan bû, ku gerek e li cem dadmendan peyda bibin, weke olperestî û zanîna bi Qurean û suneta pêxember û rewayê, Umer Bin Xetab evmerc danîn ku dive dadmend bi wan pabend be:

_ Bi cih ênana biryaran dema rastî ji nerastiyê diyar bibe.

_ Pêkanîna dadê di nav mirovan de li ser bingeha ku hemi mirov wekhev in.

_ Dozkirina dozdar bi nîşan û mehaneyê û dozkirina yê ku mandele bike bi sûndê.

_ Ku aliyên doze li hev kirinê pêk bînin dema ne berûvajî olê be.

_ Li biryaran vegerin dema şaşîtiya wan diyar bibe.

Cîwaziya Di nav Dad û Dadweriyê de:

Dad:Ango dana mafên kesên xwedî maf.

Dadwerî: Têgeheke ne diyar e, ne destnîşankirî ye, şêwe û awayên wê, li gor sîstem û cîwaziyake san cîwaz in.

Dadwerî parçeyek ji dadê ye, bi nermbûn û lêbûrînên askirî ye, lê dad bi giştîbûn û hişkbûnê navdar e.

 

Wergerandin ji erebî: Ciwan Nebî

 

 

Related Posts

Comments are closed.