Dahola Demê .

Dahola Demê.

Dahola demê her li dar e
û em di nêva mija xewnan de,
li xwe digerin
di nêva welatekî dil bi kul,
di nêva asîmanekî bi êş
û buhareke bê gul,
kêlîkên temenê xwe
bi derewên hêviyan,
em dixapînin,
ma ta çi demê emê giriyê xwe,
bikin destarên hêsiran..
û xweşikbûna evîna xwe,
bikin xemla darbesta kundan..
û xaka welatê xwe,
bikin patîşah, ji bo kînê..
bikin bêrîk, ji bo kenê erzan,
ku îroj li sûka bêbextiyê,
dîroka kevnar,
ji dilê salan didize..
û vedenga hebûnê,
di zikê zemîneke sar vedişêr e..
û dîmenên, bi ayetên dojehê,
buhişteke qirêjkirî, di goristanên
mirinê de, vedigevizînin…
kevalên perîyan, di hişê xwe de,
nîgar dikin…
xwehremendên firiştiyan,
keşwarên bê nav, birînên bê dawî,
di cane welatê min de, bi cî dikin.
Her tişt rengê xwe davêje..
û lehiya dînbûnê, çîrokên xemgîniyê,
hişên me talan dikin, û em ber bi jîneke kelogirî,
wenda dibin û hastên me,
eşqeke bê dawî dirêse,
û hîna dilê min,
li tîna warekî
bi evîn digere,
bi evîn digere…

Hozanê Girkundê

18

Related Posts

Comments are closed.