Dirbêsiyê û nexweşiya Laşmanya:-kovara Welat – hejmara 11an

Se’dûn Al Sîno-Rapora Dirbêsiyê

Nexweşiya Laşmanya an jî wek tê naskirin bi Kurdî – Heba Helebê- êdî belav dibe ji vedana mêşek pir biçûk, ew mêş bi zehmetiyekê bi çavan tê dîtin , û ji wê re dibêjin mesa qûmê , ev mêş ew sedeme ji vê nexweşyê re, nexweşiya Laşmanya li ser çerm şopê xwe diyar dike, û êdî hin bi hin çerm belek dibe heger zû bi zû derman nebe.
Û carnan mesa Laşmanya ziyanek bêhtir dike , ku dighêja ziyana nava mirov,û zik û hinavan de jî, eger ew mêş bi mişkan yan bi kûçikanên ku bi nexweşiya Laşmanya bin vede, wê gavê mêş jî bi Laşmanya dikeve, û dibe sedem bi pêketina mirovan jî.
Herêma Kurdî gelek caran di vê demê de ji vê nexweşiyê gazincan dike, di Dirbêsiyê de tenê, bêhtirî 200 kesan bi vê nexweşiyê ketine ji destpêka şoreşa Sûryê ve, û ev jî ji gelek sedemaye , jê:
Li paşketina agehdariya tenduristîli paqijiya navçeyan û şerên ku berdewam dikin li herêmê, ya ku hişt gelek term û laş belav bibin li derdora bajaran, tevlî kêmasiya dermanan bo ku bibe sînor li himber belavkirina van nexweşiyan.
Û di nav hevgotinên Welat bi dr. Taha Erebo re , yek ji pijîşkên çerm li bajarê Dirbêsiyê, wilo axivî û got :
Me gelek nexweşiyên giran pêşwazî kir yên ku çermên wan hêrifî bû, di laş û nigan de, û nexweşî gihiştibû astek ziyan û bivîn, û pijîşkên Dirbêsiyê ji hêla xwe vegazina kêmasiya dermanan dikin bo vê vê nexweşiyê.
Ji hêlek din ve, diyare ku belavbûna gemarê li dora bajêr ew jî sedemeke ji vê belavûnê re, û dr. Mûsa Hesen , wî jî wisa got :
Rewşa tenduristî li paşe di herêma Kurdî de bi tevayî, û kêmasiya dermanan û tunebûna agehdariya berpirsyar cihên metirsiyê ne bo pêşerojê di herêma Kurdî de , û ev rewş divê ku li ser wê were rawstandin, ji layê rêxistinên tenduristî yên herêmî û navdewletî ta ku çarakê ji vê rewşa aloz û têkçûyî re bibînin.
1

Related Posts

Comments are closed.