Dîroka Alfabeya Kurdî ya Latînî

Dîroka Alfabeya Kurdî ya Latînî.

Izedîn Salih.

 

Gelê Kurd yek ji gelên cîhanê xweyî zimanekî dewlemende,gelek zaravên zimanê Kurdî hene,ji wan Kurmancî,Soranî, Badînî,Zazakî, Lorî  û Goranî “Hewramî”, herwiha Kurdên cîhanê sê alfabeyên Kurdî yên cihêreng bikar tînin,alfabeya latînî,erebî û ya kirîlî,ku kurdên bakûr û rojavayê Kurdistanê alfbeya latînî,yên başûr û rojhilatê Kurdistanê alfabeya erebî,û kurdên li komarên sovyetstana Kevn “Kurdistana Sor” jî alfabeya kirîlî bikar tînin,lê piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê,hin kurdên sovyetstana Kevn jî dest bi bikaranîna alfabeya bi tîpên latînî kirine.

Alfabeya Kurdî ya ku ji aliyê piraniya nîvîskar,hunermend,rojnamevan û rewşenbîrên Kurd ve tê pejirandin û bikaranîn alfabeya latînî ye,ji ber ku tenê tîpên latînî li gor bilêvkirina zimanê kurdî tên,û li gor ku di dîroka zimanê Kurdî de diyare,ku ev alfabeya ji aliyê zimanzanê Kurd Mîr Celadet Alî Bedirxan ve hatiye amadekirin,û yekemîn car di hejmara pêşîn a Kovara Hawarê de sala 1932an hatiye bikaranîn,lewma jî roja derketina yekemîn hejmara Kovara navbuhûrî  “15 Gulanê”  wekî cejna zimanê Kurdî tê pîroz kirin…  Tev ku jêderên dîrokê  diyar dikin ku alfabeya latînî ji beriya Hawarê ve jî hatiye amadekirin,û Kurdên Sovyetstanê ewin ên ku bo cara yekem wê bikar anîne,û li gor lêkolîner û zimanzanên ku vê yekê piştrast dikin,ku alfabeya bi tîpên latînî di sala 1928an de ji aliyê Erebê Şemo,û Îshaq Maragûlov ve hatibû amadekirin,û ji aliyê Desthilata Moskovayê  jî  wê çaxê hatibû pesend “tesdîq” kirin,herwiha bi vê alfabeyê di 1ê Nîsana sala 1930an de Kovara “Riya Teze” dest bi weşana xwe kir hêjayî gotinê ye jî ku Erebê Şemo,û Îshaq Maragûlov xwediyên pirtûka (Xwe bi xwe hînbûna xwendina nivîsara Kurmancî) ne,ku di heman sala ku wan alfabeya xwe tê de amade kirin,ev pirtûk bi tîpên latînî çap kirin,da ku bi Kurdnişînên Sovyetstanê re yên ku dixwestin fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bibin bibe alîkar,û ziman bi hêsanî li ber wan şirove bike,û ev yekemîn pirtûka bi zimanê Kurdî bû,ku bi tîpên latînî hatibû nivîsandin,tevî ku alfabeya wan ji ya

Related Posts

Comments are closed.