Em mirov in lê mirovahî dȗrî me ye

Em  mirov in lê mirovahî dȗrî me ye

 

Dilşad Xalid

 

(Mafên Mirovan) du gotinên ku bi sedhezaran mirov jiyana xwe, mal ȗ milkên xwe di ber de dane ȗ wêran kirine.

Di Adara sala 2011an de,weltiyên Sȗriyê ji bo mafên xwe daketin kolanan ȗ bi dengekî bilind bang kirin bêyî ku bizanibin piştî vê bangkirinê dê çi were pêşiya wan.

Piştî 6 salan ji şoreşa Sȗriyê bandoreke mezin li ser vî welatî ȗ welatiyên wî bȗ,nîvê miletê Sȗrî koçber ȗ penaber bȗ,nêzî milyonekî jiyana xwe ji dest dan ȗ bi sedhezaran di zindanan de ne ȗ çarenȗsa wan nediyar maye,ji bilî wilo jî bêhtirî 70% ji miletê Sȗryê di bin asta ferqîriyê de dijî ȗ pêdiviyên jiyanê yên sereke li cem wan peyda nabin.

Tevî ku ew kuştin ȗ wêrankirina li piraniya bajarên Sȗryê çêbȗ,bi heman şêwe û rêjeyê li Rojavayê Kurdistanê nebȗ,lê dema ku pirs ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê tê kirin ku gelo mêfê mirovan li Rojava parastiye yan na? Bersiveke ne li gorî pirsê lê girêdayî mafê mirovan tê dayîn.

Welatiyekî bajarê Qamişlo ji kovara Welat re li ser pirsa hebȗn an nebȗna mafê mirovan wiha axivî: Li bajarekî ku ne av ne jî kehrebe lê hebe gelo dê axavtin li ser çi mafê mirov were kirin ȗ çi fêde ji vî bajarî were kirin,tevî ku ez tu carî ji bajarê xwe dernakevim lê ev kesên ku ji welêt barkirin ez piştgirya helwesta wan dikim.

Di 10-12-1948an de ji aliyê Netewyên Yekbȗyî lîsteya mafê mirovan hate der ȗ ew roj weke roja cîhanî ya mafê mirovan di cîhanê de hate nasîn,lewra gelek rêxistin mafnas ȗ rêxistinên civaka sivîl di vê rojê de çalakiyên corbicor li dar dixin ȗ doza parastin mafê mirovan li welatên xwe û cîhanê dikin ȗ di vê rojê de xelatên cîhanî li ser hin çalakvanên ku di ber mafê mirovan de kar kirine têne belav kirin,lê di heman demê de gelek mirov hene xelatan naxwazin,lê belê hêviya wan tenê ew e ku karibin gepa nanê zarokên xwe peyda bikin û tenê mafê jiyanê bidest bixin.

Welatiyekî din ê bajarê Qamişlo ji kovara Welat re got: Ez dibînim ku mirovatî nemaye ta ku em li ser mafên mirovan baxivin,ji destpêka rojê ta dawiya êvarê em nikarin pêdiviyên sereke ji zarokên xwe re peyda bikin ji ber wilo rast e em mirov in lê mirovahî gelekî dȗrî me ye.

Wî welatiyê bajarê Qamişlo wiha domand: Ez nizanim çawa bibêjim mafên mirovan hene dema ku kesek hebe di zivistanê de nikaribe di bin betaniyekê de ȗ li cihekî germ rakeve ȗ ji aliyekî din piraniya malbatên Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina jiyana xwe li goristanan li ber kêlên şehîdên xwe rȗdinên,tevî ku parastina jiyana mirov li ser milê hemȗ cîhanê erkek e.

Li gorî bersiva xelkên bajarê Qamişlo ew pirsa parastina mafên mirovan bi pêdiviyên sereke yên jiyanê mîna av ȗ Kehrebeyê girê didin û mafên weke azadiya derbirînê yan jî pirengiya siyasî nabêjin ji ber ku yan nayên bîra wan an jî dibînin ku mafê hebûna derfetekê ji bo jiyanê pêwîstir ji her mafekî din dibînin

Parêzer Ebdil Hemîd Mihemed sedema vê bersiva welatiyan wiha şirovekir: Çanda mafnasiyê li cem welatiyan kêm e,lê sedema sereke ji vê bersivê re ew e ku di dema niha de,piraniya welatiyên Sȗriyê ȗ yên Rojavayê Kurdistanê tevî rewşa abȗrî ya dijwar pêdiviyên sereke yên jiyanê mîna av ȗ kehrebe bo wan nayên peyda kirin,lewra dema ku pirsa parastina mafê mirovan ji wan tê kirin,ew bîra mafê azadiya nerînê,baweriyê,xwendinê ȗ gelek mafên din nabin,hew ew li ser tunebȗna av ȗ kehrebê daxivin.

Tevî mercên jiyanê yên zehmet li Rojavayê Kurdistanê,welatî dest ji xaka xwe bernade ȗ erkê xwe di ser mafên xwe re digire,lê dimîne erkê rêveberan û desthilatê ku mercên jiyanê ji welatiyên berxwedêr re peyda bikin.

 

 

Related Posts

Comments are closed.