Em wisa hêvî dikin .

Em wisa hêvî dikin.
Aras Yûsiv.

Çendî ku zordarî û zext li ser mirovekî hebe  daxwaza wî ya sereke rabûna wan e,hevdem ev kes û piştî rabûna zordariyê îdî ew nema hetahetayî  xwe êsîrî  bîrhatin dema borî dike lê,hêvî û daxwazên wî yên nû îdî çêdibin. Dema ku miletek jî di bin sitemkariyê de be,ew jî hewl dide ta ji wî were ku di rewşên wisa zehmet de xwe biparêze,û herdem ew çav li rê ye ku ew rojekê azadiya xwe bibîne û îdî dest bi avakirina
xwe ,jiyan û welatê xwe bike.

Em nikarin bêjin ku tiştê li rojavayê kurdistanê çêbûye ew hemî daxwazên vî gelî ne,ji ber pênasîna navdewletî bi herêmên kurdî li Sûriyê,aramî,lihevkirina siyasî di nav aliyên tevgera siyasî ya kurd li Sûryê de,peydabûna pêdiviyên jiyanê,ew in xewnên mezin li ba piraniya vî gilî.
Wek saziya welat a ragihandinê em jî xwedî hêvî ne bi wê pêşeroja han,a ku em têde karbin karê xwe pêş bixin û berfirehtir bikin û bibînin ku tevgera çandî û rewşenbîrî li vî parçeyî ji kurdistanê pêş ketiye.

Raste ku kovara me aniha mehane ye,belkî tê texmînkirin ku ew keda mezin jêre navê,û dêmek heyveke sax heye îdî ev kar bê zehmetî dimeşe. Weku pirsgirêk  di her malekê de ji ber,elektrîk,av,pêdiviyên jiyanê û ewlehî…derbas dibin,em jî hin êşên din dikşînin,belkî carinan problem zêdetir an kêmtir bin lê,ta niha zehmetî hene û xelas nebûne,lê em van hemî zehmtiyan ji bîr  dikin dema her hejmar ji vê kovarê bi serî dibe û nas dikin ku ketiye destên xwedevanên me de .

Ev dema zehmet li ser gelê me ku ne îro be dê sibe bi dawî bibe,ji ber ew gelekî mêrxas e û dikarîbû bi hezarên salan xwe li pêş hewldanên tunekirina xwe bisekine,em jî hêvî dikin ta wan rojan di bin xizmeta vî gelî de bin û di wê demê de û piştî wê jî di karê xwe der berdewam bin û pêş bikevin.

Hêviyên me wek sazî û karmendên wê jî gelekin, belkî di serî de ku em bê astengî û zehmetî kar bikin ,û ji dêvla ku kovara Welat  ji mehê carekê têkeve nav destên xwendevanan de,bibe rojnameyek û rojê carekê were weşandin.

2

Related Posts

Comments are closed.