Entolocya bazirganan di avakirina dekkan

 

تصوير اكرم اوسو ـ الدرباسية

تصوير اكرم اوسو ـ الدرباسية

Di qamişlo de îro mirov di kolanan de dibîne ku ,xebîneta, xortên kurd çawa şewitîne di bêkariyê û di bê çariyê de,ev bedhaliya ku ji çil salîve di ser serê wande di domîne ji layê rêjima be,is ve ,îro bêtir ew rewş bû rewşeke zehmet tir ji ber ku şoreşa sûrî dom kir û bi serketina vê şoreşê nema diyar dibe ka kengî wê çê serî.

Partiyên siyasî yên kurd di herêma kurdî de çalakiyên xwe bi rêve dibirin hinkî bi dizî hinkî jî eşkere li gorî rewşa emnî ya welat .lê îro rewş guherî, mu,adelejî nema ya berê,lewra ne yekbûna biryara tevgera kurd beramber bûyerên lazgîn yê ku derdikevin sedemek bû ji sedemên dudiliya xortên kurd û ne suftina wan di rêzên partiyên kurd de ,tevî ku kesî kurda tune ji kurdan pêve.

Di bazarên herêmî de û di meslexên serê milletan de ,hêviya me ewe ku em nebin qurbanên berjewendiyên bazirganên çekan ,û yên welatan,ji ber ku gelek bazirganên me hene ,tiştekî wan tuneye bifroşin ji bilî belengaziya me û şerpezebûna me,em nizanin çi li serê kaniyê çêdibû,û em nizanin wê sibe li qamişlo çi dê çêbibê,ji ber ne emin xwedyê biryara ku bi navê me tê sitandin,yê ku biryara bi navê me didin ewin yê ku alikariya ku ji kurdistanê hat , dane mexmûriya li gundê hatimiyê ,û bi hezaran malên me birçîne.

Yên ku em wan nasnakin kîne ewin rêveberên nû,li ser gastînê,lewra yê ku bidê dûv nenasan namûsa wî gewrike malêwî jî talane,diyare hêjî rêjîma be,is desthilat dare di herêma mede, û xwedan biryare,yê ku beramberiya vê yekê bacê dide milletê kurde,û pêşeroja wiye ,ûdestkeftên wîne.

Bi rastî baca me girane,belkî barkirina kurdan ji herêmê bi rengekî ji rengên kerî û lekkan,bi rengekî tiracidî,ji xaka xwe direve,ji ber tunebûna cewşenekî,taldekê,û mertalekî da xwe bide ber,tenê hêviya kolana kurdî di qamişlode maye sitara xwedê û biryara xwedan hêzê cihanê,di ava kirina rojhilata navîn a nûde .

Kasî yûsiv

Related Posts

Comments are closed.