Evîndar im

Evîndar im

 

Nûşîn Bêcirmanî

 

Evîndar im …….

ji rengê gulê hestê min e,

ji rojê re min konek veda

da biparêzim wê ji arê

vî dilê xwe…..

ji gewrê re evîndar im..

ji dengê bibilê jînê

vexwarî vî zimanê xweş

dibêjit rist û helbestan

ji yar û dilbera min re

dihûnim gotin û pesnan,

çi meyxan in herdû lêvên wê

dibêjit qey menû selwa?!

mi gotî : Na na

ev e çêja du lêvên wê,

nebit qet li asman û hem buhiştan,

erê yarê evîndar im…..

evîndarê bejn û balê me

dibêjit ez spîndar im….!

mi gotê :Na na delala min

spîndar şivek nû ye

ji bejna dilrevîna min

ji loma xwedayê min

ji wê re evîndar im

evîndar im.

 

Related Posts

Comments are closed.