Gotinên Stranan : Xelîl Xemgîn ( Bagok )

Diçe Adar, dibe Nîsan mizgînî li gulan
Kehnî û robar diherkînin ava nuh jiyan
Şîndikin daren kevnar, giyan didin miriyan
Hemî rê yên azadiyê tên ji Kurdistan
Serê rojek a buharê bi xeml û rengîn
Seranserî dîroka xwe dinivsîne bi xwîn
Tixûbên jiyanê dinasîne Mihemed Emîn
Baxên jiyanê av dide rêheval Delîl
Tîrêjin beyanê nola tîrevana dan
Qelişandin perdên reş û tarî û giran
Pencên roja sor avêtin, birqand rû qadan
Keland axa weke volkan, gelan serhildan
Çiyayê Bagokê bi domane buhar û rengîn
Ceng û halane digere li çiyayê jorîn
Ji Dêrîka Çiyayê Maziya heya Nisêbîn
Eniyên cengê dikelînin hawar û qêrîn
De bila bi xela nemîne Dêrîka Çiyayê Maziya bi mij û morane…
De mîna Gebar Berzan û Benavok û Helepçe
Gelî û newalên xwe bi ser xwe de berdane…
Bi sund û qesem be, emê reş û şîna xwe girênadin li ser şehîdên xwe….

li ser şehîdên me li Çiyayê Bagok û Dêrîka Çiyayê Maziya…
Ji bîra me naçe, ji dilê me derna ye, emê ji zar û zêçên xwe re bêjin….
De bila çiyayê bilind bêje, hers û gir û nifrîna xwe bi ser xwe de birêje..

Gotin û Muzîk : Xelîl Xemgîn

xelil-xemgin-%d9%86%d8%b3%d8%ae

Related Posts

Comments are closed.