Hebesta Kurdî di nav û bera Resenî û nûjeniyê de

Hebesta Kurdî di nav û bera Resenî û nûjeniyê de

Gulal Kasanî

 

Helbesta Kurdî ya kêşesaz û rêzbend bi du beşan parve dibe,bêguman ji aliyê  xwe yê dema  dîrokî ve,beşê yekem di destpêka çerxê 10 û 11 an de dest pê dike.

Xwedanê vî beşî Elî Termokî ye,yê ku di sala (1009-1079) an de,li navçeya Hekarê jiyaye,Elî Herîrî di helbesteke xwe de  weha dibêje:

Dîdarê te ez zîn kem        Heta kengê ruh te teng kem

Keser bum carekê bîn kem          Xudana têt û destmala.

Herwiha ji kevinetrîn navdarên vî beşî Baba Tahirê Hemedanî yê ku helbestên xwe bi zaravê Lorî rêstine û ji ber wilo jî hin ji nivîskarên Kurd gumana xwe li ser kurdîtiya wî didin xwiyakirin,lê ew nerîn şaş e,ji ber ku li gor zimanzanên zîrek û kurdolojî ji me re didin zanîn,Lorî yek ji zaravên Kurdî ye û  ji hoz û olên dewleta Mêdî bûn. Hemedanî di pêşberî helbesta terzûkirî de ye.

Baba Tahirê Hemedanî di helbesteke xwe de weha pesinê xwe dide:

Zeriya mi derdê to ra her dem xemîn e

Balişnaya mi kemer e,doşegê mi zemîn e.

Qonaxa duwem ji çerxê 13 an ve,bi helbestevanê xwezayê ve Feqihê Teyran digel Ehmdê xanî dest pê dike,her helbestevanek ji van taybetmendiyeke wî ya serbixwe heye.

Ehmedê Xanî xewdanê dastana Mem û Zînê ye,ya ku-Ehmedê Xanî- nerîna xwe ya  netewî tê de dide ber çavan,Feqihê Teyran hestên xwe bi xwezayê ve li gel ax,balinde û perperîkan ve girê dide,di kûravan,ber pêl û şeqepêla şadiya ava bi xumexum ve avjeniyê dike,Feqiyê Teyran dibêje:

Ey av û av,ey av û av    Ma tu bi ‘işq û muhbetê

Mewc û pêlên taveyê belav  Bê sekn e,û bê rehetê.

Bijîtina helbesta Kurdî ya Kilasîk ew e,bapendiya Helbestvan bi bingeh û mercên deryayên helbestê ne.

Ta nuha çend vekolîn li ser kêşesaziya helbesta Kurdî (Deryayan)  çêbûne,lê mixabin ta roja îro tu nav ji wan re ne hatine danîn û her yek bi şêweyekî vekolaye.

Tevî ku gelek Helbestvan û wêjevanên navdar di çerxê bîs û yekem de berz û xwiya derketin,lê mixabin  ne dikarîbûn xwe bi westînin bo tor û wêjeya Kurdî,mîna Ehmedê Şewqî,Selîm Berekat û Bilind Heyderî yê ku Zimanê Kurdî gelekî piçûk dikir dema ku got: Hejmara peyvên Kurdî ne di ser 500 gotinî re ye. Helbet ew gotin ne rast e,ji ber ku navdêrên Kurdî bi tenha xwe zêdeyî 4000 bêjeyî ne.

Hinek ji helbestvanên Kurd yên nûjen dest avêtin van mijaran,lê mixabin gavên wan kurt û dudilî bûn ji ber ku xwe ne disipartin bingeh û şêweyên helbestên navdarên Kurd yên ku bi sedên salan xwe di ber de westandine,behaneya ku li vir pêşkêş dikin jî ew e ku dibêjin em li gor pîvana helbesta cihanî diçin.

Helbestvan Cegerxwîn yê ku yek ji hêman û stûnên helbesta Kurdî ya nûjen e,ê ku di helbestên xwe de bi şêweyên kevneşop,helbestên xwe rêstine,ew jî ji bez û rehwana hespê resen vejandine.

Helbestevan Tîrêj  xwe spart ser hejmara tîpên dengdêr ku bi zarawa “Movik”  dihat bikaranîn ji bilî yekîtiya rêzbenda yekane.

Helbestvanê Hêja û navdar Mehmûd Sebrî yê dikarî bû bingeh û şêweyên helbestî yên kevneşop deyne.Yek ji lêkolînerên ku helbesta kurdî bi beş kirine û li ser deryayên terzû yên bi vê teşeyê parve kiribûn :1-Şax: 16-15-14-13-12-11-10-9-7.

2-çuqlî:Ji her çuqlîkî re,girûpek ji şaxan heye,hijmara tevan digihija 44 deryayan.

3-Binavkirina van xêzikan:* II bala,* _ _ Bask

Ewî helbesta Kurdî bi çend zarawan bi nav kiriye,wek bexşan,cem,malik,rêzbend,çuqlî,bask û bala.

 

 

Related Posts

Comments are closed.