HekîmEhmed: Mişextên ji deverên şer din li bajarê Qamişlo

 Tevî ku cengê wêranî li tevaya axa Sûriyê belav kir û jiyan li ser her bostekê û di nav her malbatekê de asteng û dijwar kir,lê dîsa jî ew azarkêşî bi awayên rengereng bûn ku li deverekê ceng gur dibû,bermîlên teqîner û xazên jehirdar jiyana sivîlên bê guneh diçinî,li devereke din rêxistina Daişê ramanên tariyê ferz dikirin,lê di heman demê de dibe ku li herêmine Sûriyê -di nav de deverên Kurdan- heya astekê aramiyek ji bo jiyana sivîl hebe tevî ku ji aliyê abûrî ve û bi sedema dorpêçkirin û qutkirina rêyan û girtina sînoran, jiyan digiha radeya herî zêde ji zehmetiyê,herwiha gelek caran ev bajarên bi ewle rastî teqîn û êrîşên tarî perestan dibûn.

 

 

 

Related Posts

Comments are closed.