Hevaltî bi pirtûkê re.

Hevaltî bi pirtûkê re.
Umer Ehmed.
Dema ku mirovek bixwaz e şaristaniya bajarekî nas bike,dive li pirtûkxaneyên wî bajarî biger e û lê binêr e,ji ber ku şaristanî her tim xwe nûjen dike.
Di her rewşan de rewşenbîr şaristaniya bajarê xwe avadikin û diparêzin,lê di nav rewşa ku sûryê tê re derbas dibe bi taybetî bajarên rojava ev rewşa xerab nebû kelem li pêşiya pêşketina karê şaristanî û rewşenbîrî yê.
Dema ku em li kolanên bajarê Dêrikê digerin tiştên ku herî bala mirov dikşîn e,firoşgehên alavên dibistananin,lê tiştên herî baş avakirina pirtûkxaneyan e.
Yek ji van pirtûkxaneyan ku ava bûye,pirtûkxana Vanîsiya e,ku gelek pirtûkên giranbuha di nav baskên xwede veşartin e. Xwediyê pirtûkxana vanîsiya Azad Dawûd li ser vê mijarê ji kovara welat re axivî û wiha got:Min karê kirîn û firotina pirtûkan ji kevin de dikir ji dema ku min li bajarê Şame dixwend.
Di sala 2012 an de ez vegeriyam bajarê Dêrikê û min xwest pirtûkxaneyekê vekim.
Ta niha ez pirtûkên xwe ji malan û pirtûkxaneyên bajarê qamişlo dikirim,
lê ez nikarim ji Şamê bînim ji ber bihabûna nirxên gihandina wan.
Di warî ragihandina vê projeyê de hemî aliyên siyasî piştgiriya min kirin,lê ji aliyê aborî ez tu alîkariyê ji tu kesî napejirînim û min gelek pirtûk diyarî pirtûkxaneyên partiyan kirin.
Ev proje diyar dike ku rewşa rewşenbîrî li bajarên rojavayê kurdistanê li pêşe tevî reşa xerab ku miletê me tê de dijî û wê rojek were ku em wek van projeyan ji xwe re bingeh bigrin.

15

Related Posts

Comments are closed.