Hîn xwedî li nivîskaran dernketin e :- kovara Welat – hejmara 31 an

Hîn xwedî li nivîskaran dernketin e

Aras Yûsiv.

Tê bîra min carekê hevalekî bavê minî nivîskar ku ew ji Kurdên başûrê kurdistanê ye,ji Nemsayê hatibû seredana me li Qamişlo û karê wergerê ji zimanê Elmanî bo Kurdî û Erebî dikir,di civatê de behsa helbestê hate kirin,wî kesî behs kir,ku li iyaleta ku ew lê dijî tevî mezinbûna wê tenê 5 helbestvan hene.
Piştî ez ji civatê derketim û hemî helbestvanên ku ez nas dikim an dostê bavê min bûn,min di bîra xwe de anîn, min nikarbû fêm bikim çima hejmara helbestvanan li kolana me bi qasî hejmara yên li iyaleta hevalê bavê min in.
Belkî li wê iyaleta ku hevlê bavê min li Nemsayê lê dijiya û li gelek welatên Ewrûpî yan Emerîkî sedem hene ku hejmara helbestvanan hindik be,li rojavayê kurdistanê jî sedem hebûn ku hejmara bilind ji helbestvanan kêm bibe û di serî de rewşa çewisandin û binpêkirina çanda kurdî û darizandina çi kesekî berehemek bi kurdî nivîsandiba,hikûmeta sûrî û muxaberatên wê li berhemên kurdî dinerîn mîna ku ew dijminek be û divê were girtin û kuştin,lewra ev berhem bi rengekî veşartî dihatin nivîsandin,çapkirin û belavkirin.

Berî ku şoerşa sûrî dest pê bike,binpêkirina çanda kurdî û zordariya li ser çi kesê bi zimanê kurdî dinivîsîne sedem bûn di vê pirsgirêkê de,lê aniha û di rewşa îroyîn de diravkirina pirtûkxaneya kurdî ew tenê ya dikare rê bide nivîskarekî ku bibîne zimanê kurdî jî dikare bihêle ew bibe xwedî pirtûk eger pê nivîsand û dikare bihêhle ku pirtûkên wî têkevin şanogehan de û berî her tiştî ku berhemên wî mesrefa wî bo jiyaneke xweş peyda bikin.

Gereke li ser saziyên çandî îro bi rola xwe rabin û bihêlin ku nivîskar,romannivîs,çîroknivîs,şanonivîs û lêkolîner…nema bi tiştekî mijûl bihêlin ji bilî amadekirina berhemên xwe,û rê bidin wan ku wek her nivîskarekî li welatên pêşketî di riya berhemên xwe de karibe jiyana xwe bi asanî berdewam bike ne ku xema vî kesê nivîskar mesrefa mala wî be û pera deyn bike ta ku berhemên xwe çap bike.

Îro ev mijar tiştekî gelekî hestiyar e û ji hemî saziyan tê xwestin ku karibin tiştekî ji nivîskarên xwe re peyda bikin da em jî di dawiyê de karibin bihêlin pirtûkxaneya kurdî dewlemend bibe û bihêlin ev berhem bighêjin cîhanê,da ew nas bike ku miletê kurd miletekî xwedî çand û rewşenbîr û nivîskar e. Nivîskar neynik in ji miletê xwe re li ber miletên din ..ka em jî derfetê bidin ku neynikên me hebin û jiyana miletê me û xewnên wî bighînin wan.

ev buyer û û piştî bêtirî 10 salan ji bîra min naçe
Li her deverekê ji dunayê nivîskar cihekî xweş di civaka xwe de digirin û ew wek nasnameya gelê xwe têne naskirin, neynikek ji jiyan û pêşeroja wan re têne xuyanêkirin,

2

Related Posts

Comments are closed.