Hinar:-kovara Welat – hejmara 11an

Jêder Tenduristîya Gel

Li nav me kurdan de belavin . Dara hinarê li hemî cihan çi deşt an ciya be jiyan dike,di buharê de kulîlk didê u di dawîya havînê u destpêka payizê de maywa xwe dide , kulîlka wê pir xweşik û bedew e, ji ber vê yekê kurdan navê kulîla wê li keçên xwe kirine wek ( Gulnar), hevdem Ereb , Tirk , Faris û Ewropî jî navê Gulnar ji keçan re bikar tînin , Ereb u Ewropî (Culenar ) bi kar tînin .
Ciqilên dara Hinarê , kulîlk ,qaşûl , libên meywa wê u dendikê wê pir bi sûd in .
bijîşkê kevnar Îbin Sîna dibêje çqilên dara hinarê li derdora xanî u malan gelek teba ,mîro,û sirsirkan dûr dixe u ji ber vê yekê hin teyîrik hene ku hêlîna xwe tenê ji ciqilkên dara hinarê ava dikin.
Feronî U Yonanî yên kevin qaşûla meywa hinarê bi awakî hûrkirî yan bi tenê yanjî di nav hingiv de ji bo dermankirina birînên kul yên sistêma dahandinê , pirzikên nexweşîya xûrya u hemî pirzikên kul yên çermê laşê mirov bi kar tanîn.
Li cem me kurda , ji bo zik êşê u jehrî yê , pir hinar bi kar hatiye.
Meywa hinarê pir zengêne bi: vîtamîn C , vîtamîn B 5 , Omêga 5, polîfînol ,u tirşîya pûnîsîk , yên ku wek antî aksîdantin xurt tên naskirin u parastina sîstêma xwîngerê ji nexweşiyên dil u damara
Dendikê hinarê pir zengîn in bi tirşîya pûnîsik u omêga 5 û ev herdu kirîste pir bi sûd in ji bo nûkirina şaneyên çermê laşê mirov , donê dendikê hinarê ji bo bedewkirina dest u rûyê keç û jinan li Ewropa pir bi kar tê.
8

Related Posts

Comments are closed.