Ji gewherên Mem û Zînê: Xaniyê Mêjûnas :-Kovara Welat -Hejmara (8)an.

Ji gewherên Mem û Zînê: Xaniyê Mêjûnas :

Jan Dost

Seydayê Xanî di Mem û Zîna xwe de her cure zanîna xwe daye nîşandan. Ji tesewûfê bigire heta felsefeyê, heta civaknasiyê û muzîkê, stêrnasî û zimanzaniyê, û heta bigihê mêjûnasiyê.
Wî ji her zanînê behrewerî biriye. Di zimanê erebî de desthilatdariyeke pir mezin daye xuyakirin. Peyvên erebî yên ku tenê di ferhengan de hene û ereban bi xwe êdî ew ji bîr kiribûn, bi karanîne. Mînak peyva Yûh (H wek H’ya di serê gotina Heyran de ye) ji bo rojê bi kar tîne. Lê mijara me ya îro ne zimanzaniya Xanî ye, belê mêjûnasîna wî ye.
De ka em binêrin heta kîjan radeyê Şêxê me mêjûya kurdan dipa û di kitaba kurdan de hin beş ji vê mêjûya ku hemî xwînrêjî û şer bû anîne ziman!
Dema ku Beko yê ewan tê ba mîr û paşgoyîya Tacdîn dike, li xweşa mîr nayê. Radibe piştgiriya Tacdîn û Memo dike. Wisa xanî çîrokê dibêje:
Mîr go: Qe didim eya bed exter
Tacdîn û Memê bi textê Qeyser?
Roja we ku bûye ceng û perxaş
Tacdîn û Memê du sed Qizilbaş
Bilcumle bi zirh û zend û binber
Înan ji me ra bi şîr û şeşper
Bê guman Xanî ne ji xwe re qafiye li hev anîne, lê di van malikan de behsa şerekî di navbera leşkerên Cizîrê û leşkerên sefewiyan (Qizilbaşan) de dike. Xanî li ser zimanê mîr pesnê Tacdîn û Memê wiha dide:
Roja şer û cengê, Tacdîn û Memê du sed serbazên qizilbaşan dîl girtin û anîne Cizîrê. Hemû tev li çek û şûr û zirx û gurzên wan.
Ji ber ku Mem û Zîn ne her kitêb e diva bû ez li jêderên dîrokî vegerim û binêrim ka ev çi şer bû di navbera kurdan û eceman de qewimî bû.
Di Şerefnameyê de çavên min bi şerê di navbera Artêşa Şah Îsmeîlê sefewî û cengawerên Botanê di dema mîr Şeref de ketin. Şerefxan dibêje ku dema şah Îsmeîl hate ser textê Îranê, leşkerekî giran şande Cizîrê da ku dagir bike lê mîr Şerefê kurd li ber xwe da û çend caran ew leşker şikand heta di şerekî de hezar û heftsed qizilbaş kuştin û gelek ji wan dîl kirin. Dîsa Şah Îsmeîl leşkerek bi serokatiya mîrmîranê Diyarbekirê Mihemed Îstaclû û birayê wî Qerexan re şand e Cizîra kurdan lê dîsa jî zora mîr Şeref nebirin û şikestî vegeriyan. Cara sêyem şah leşkerekî bijarte ji pasdaranê şahanî ji hêla Hemedanê bi serokatiya Yekan begê Teklû kişande ber bi Cizîrê ve. Lê vê carê jî artêşa qizilbaşan şikesteke mezin xwarin û revî, revî berê xwe dane welatê Îranê û êdî nema qizilbaşan bela xwe di kurdên Cizîrê dan!
Ev e giraniya Mem û Zînê.
Ne tenê çîrokeke xemgîn a du evîndaran e!!
Ev e cudatiya Mem û Zînê ji berhemên din.
Ev in gewherên şêxê kurdayetiyê Ehmedê Xanî.
Heta yeke din…

جان دوست

Related Posts

Comments are closed.