Keçika 9 salî heta niha rûyê xwe di awêneyê de nedîtiye

Hewlêr (Rûdaw) – Li Nepalê nîvê rûyê zarokeke keç bi pirç e. Bavê zaroka 9 salî, heta niha jî nahêle ew bi rêya awêneyê li xwe temaşe bike. Ji niha ve ji aliyê gelek zanistan ve weke yek ji nîşaneyeka din a piştgirîkirina ‘Teoriya Werarê/Evolationê’ ya Bîyolog Charles Darwîn tê dîtin.

Li gorî Teoriya Werarê, celeba mirovan di encama mûtasyonên rasthatî yên bi ser genan de çêbûye û celeba mirov ne di encama afirîn û zêdebûna hinek genan, berovajî di encama korbûna hinek genan de ji celebên din ên di nava cînsên xwe de cûda bûye û gihiştiye rewşa xwe ya îroyîn ango ‘Homo Sapiens’. Li gorî vê teoriya ku ji aliyê biyolojiya nûjen ve jî tê qebûlkirin, sedema nebûna di navbera tilî û bêçiyên me de perdeyan, sedema bi giştî bêpirçbûna tenê mirovan … hwd. Korbûna genan e; lê belê wekî rewşên awarte egerên pir biçûk hene ku genên mirovan ên tebitîne, dîsa bilibitin.
Ji bo nehiştina mûyên rû, dest bi dermankirina keçika 9 salî hat kirin. Malbata keçika biçûk a bi navê Bhawana Tamî ji ber rewşa keça xwe, bi salan xwe ji şêniyên gundê lê dijî dûr girtiye. Ji ber gundiyan rewşa keçikê weke ‘cinawir’ bi nav kiriye.

Bavê keçika biçûk, bi salan ew nêzîkî awêneyan nekiriye, lê belê wênekêşek wêneya wê rave dike.

Keçika zarok Bhawa, ji vê rewşa xwe ya degmen a ku li gorî ‘Teoriya Werarê’ ya Charles Darwin ji genên mirovan ên korbûyî maye, dê di 14 saliya xwe de bi temamî jê rizgar bibe. Ji bo nehiştina pirçên rû, zaroka Nepalî heta niha du caran di neştergeriyê de hatiye derbaskirin ango du caran ketiye binê neşterê.k2

http://rudaw.net/kurmanci/world/16042013

Related Posts

One Comment

  1. cergo
    17/04/2013 at 10:31

    sipas ji bo we

    https://www.facebook.com/kurd.xD