Kesayetiyek ji Bajarî Kobaniyê

Kesayetiyek ji Bajarî Kobaniyê

Şêrîn Temo

 

Ne’îm Ebdo ( Ne’îm Зbdo ) yan Ni’o weke ku li nav şêniyên Kobaniyê navdar e,xortekî binavûdeng e li bajarî Kobaniyê,temenê wî di navbera sîh û çil salî de ye,bejnkurt,zimanpeltek e. Li kîjan cihî li Kobaniyê,şahiyek yan şînek yan hilkeftek heye, Ni’o li wir amade ye,tu şahiyên zewac,şînên miriyan,hilkeftên gelêrî yan fermî li Kobaniyê tune ne ku Ni’o xwe jê dihêvişîne yan jê dereng dimîne. Berî ku Kobanî were dorpêçkirin,Ni’o li garaja bajêr li basan û otobîsan suwar dibû û bi wan re diçû heta ku ji bajêr derdiketin,îcar ji wir de li otobîsteke din suwar dibû û vedigeriya garajê,lê ti pere nedidan ne vê otobîstê û ne jî ya din,lê heger ku tu keçik di otobîsê de hebana û pere bi Ni’o re hebana,Ni’o dê kirêya wê keçikê ji berîka xwe bida, Ni’o kiriya keçikan tenê dida,yên jinan nedida,û herçiqas bextê keçikê ji xweşikî û çelengiyê mezintir bûya,bextê wê ku Ni’o kirêya wê ji berîka wê bide mezintir dibû.

Dema ku Daiş êrişî Kobaniyê kir,berevajî hemû şêniyên Kobaniyê,Ni’o ji bajêr derneket û berê xwe neda ” Tirkiyê “. Dema ku şer di nav bajêr de dibû,Ni’o bi hêzên YPG û YPJ re diçû û dihate qada şer,wî kincên şervanên YPG li xwe kiribûn û rext girêdabûn,lê çek ranedikir. Hebûna Ni’o bi şervanên YPG re hinekî moralên wan bilindtir dikirin. tiştek li cem Ni’o bi navê Da’iş tune bû û tune ye, Ni’o ji wan re digot ” heywan”, ” heywan çûn .. heywan hatin … Heywan reviyan”, û wî her tekez dikir ku ew dê ji bajêr dernekeve û berê xwe nede – digot û bi xwe re tiliya xwe ber bi 

Related Posts

Comments are closed.