Koçberî Sedem û Çareserî .

Koçberî Sedem û Çareserî.
Serdar Keleş.
Diyardeya koçberiyê li cîhanê bi hemî sedemên xwe ve babeteke herî kevinar e,bi taybetî li deverên ku şer û pevçûn di wan de çêdibin û bi vî awayî dîse dijwariya xwe li ser herêma kurdistanê jî kir.
Pîştî kirîza sûriyê û destwerdana komên çekdaran,bi taybetî rêxistina Daişê,rêjeya koçberiyê giha asta xwe ya bilind ku van çekdaran zexteke mezin li ser welatiyên herêmên kontrolkirî dikirin,destdirêjiya wan û aloziya desthilatê û herwiha rewşa abûrî ya gelekî dijwar û xirab,ji aliyekî din ve berpirsyariya hêzên siyasî ne veşartî ye,ku lihevnekirina wan rêxistinan ji bo pirojeyeke berjwendiya hevbeş hişt ku rewşa aramiyê roj bi roj ber bi rêbendên girtî ve biçe,gunehkarên din jî berjwendiyên navnetwî û destwerdanên herêmî ne,cîranên Kurdan yên desthilatdar gelek kar kirin bo di pêşerojê de herêmeke kurdî serbixwe ava nebe,da ku  bimînin di bin destên wan de. Ev sedem hemî û gelek sedemên din yên cuda hebûn ku hişint ev karwanên koçberan dev ji ked,xanî,xak û bîranînên xwe berdin û berê xwe bidin welat û kolanên biyaniyê.
Lê dema bazirganiya mirovan derket,malwêrankirinê ji wir destpê kir,rêyên sînorî û deryayî vebûn û rola ragihandinê û çavlihevkirinê pêlên koçberan bêhtir û geştir kirin,çîrokên binavkirinê û mirinê bi sedan destpê kirin,cîhan ma bihitî bo diyardeya bazdana ji mirinê bo mirinê,welat hino hino vale bû,lê tiştê nexweştir ku piştî hemî dijwarî û xewnan kesê  giha wî welatê ku dixwest bi taybetî welatên Ewrupayê rastî gelek xem û kulan bûn û dûrî cenga li welat ketin qonaxa wendabûnê,nexasim ew kesên ku zû ji welatê xwe çûn û pêwendiyên wan ên civakî û welatparêziyê kêm bûn.
Her mirovekî koçber dibe kesekî dîl û bêkes,di navbera çar dîwaran de dijî,gelek roj divin heya ku ew karibe hinekî xwe jibîr bike,bi taybetî ji wî kesî re ku temenê wî bi grêdana çand û civakê mezin bûbe,koçberî jiyaneke bê wate ye.
Lê yên bêhtir têne guhertin û mêjiyên wan têne şiştin,ew nifşê zarok û xortên nûhatî ne,çiqas em şirove bikin em nikarin mafê vê babetê bidinê ji ber gelek pilan li ser asteke bilind û li gor berjewendiyan dibin,ji ber vê yekê jî çareseriya koçberiyê bi çareseriyeke tevayî ji rewşa rojhilata navîn û cengên li wir ve  girêdayî ye,divê rêkeftinek di navbera hêzên navdewletî û hevalbendên wan de bibe,lê gereke kurd bi bangeke bi lez rêkeftineke konevanî navbera xwe de lidar bixin û hemî alî tê de beşdar bibin da ku lêvegerke rastî were damezirandin û ji êşên piçûk destpê bikin.

4

Related Posts

Comments are closed.