Li Dirbêsiyê Komeleya (Sibe xweştir e) .

Li Dirbêsiyê Komeleya (Sibe xweştir e).

Hisên Al Sîno

Şoreşa Sûriyê,li ber xelkê gelek qadên jiyanê ku nêzîkî dilê wan in vekirin,ew derfetek bû da ku bê çavsorî û zextên siyasî,çandî û civakî,karibin kar bikin. Helbet,gerek e ku karên civaka sivîl û komeleyan geş bibin,mane şoreşa Sûriyê li ser vê bingehê çêbû? Durişmên wê yên sereke ev bûn: Bijî jiyana azad û bi rûmet bê çewisandin û tirsê.
Ji dema ku çirûska şoreşa Sûriyê di sala 2011 de vêket û ta derbasbûna xwe ya sala şeşemîn,gelek projeyên manê,ji aliyê rêxistinên partiyên siyasî yên kurdî û kesên serbixwe berçav dibûn,paşê jî komeleyên çandî,civakî,sivîl û yên xêrxwaziyê li hemû herêmên Sûriyê û bi taybetî jî li herêmên kurdî hatin damezrandin.
Em ê di vê rapora xwe de,li ser komeleyekê li bajarê Dirbêsiyê bipeyivin ku hêjayî ronîdan û guhdanê ye, komeleya (Sibê Şîrîntir e) ji bo xwediyên pêdiviyên taybet dixebite,di 03/11/2015an de hatiye damezrandin,bi rêvebirîya komeke ciwanan,ku serbixwe û bê piştgirî karê xwe dikin,dema berê dora 100 kesên hewcedar li ba wan tomarkirî hebûn,lê ji ber rewşa aborî ya dijwar,niha hew 15 nav li ba komelê hene ku bi wan re têkildar in,xizmetên vê komelê ji bo astengdaran li bajarê Dirbêsiyê di gelek waran de xuya dike,bi taybetî di warên xêznivîsê,muzîk,spor û hînbûna nivîsandin û xwendinê de,xule lidar diketin.
Li nik komelê pisporên hene alîkariyên xwe pêşkêş dikin weke duktorên derûnê û yên zarokan,herwiha komele karîbû bi hevkarên xwe re fokseke taybet,firavîna her roj û karê pênc rojan ji hefteyê peyda bike.

komeleya (Sibê Şîrîntir e) ji bo kesên kêmendam bi gelek çalakiyan rabûye û seyranên biharê li gundewarê bajarê Dirbêsiyê û bajarên û gundewarên deverê ji wan re lidar xistine û roja cîhanî ya ji bo astengdaran,cejna sersalê,cejna evînê û cejna karkeran “1ê Gulanê”,vejandine,vê hiştiye ku di dilên gelek kesan de şahî peya bibe,weke ku jiyan ji wan re bi damezrandina vê komeleyê nû bibe,bi riya wê hinek mafên xwe standine û li ser zimanê her yekî ji wan spasî û kêfxweşî li ser van karan heye,ev tev di dema ku jiyan zehmet bûye,lê hêvî kilîta jiyanê ye,wê hêvî jî bimîne.
Di dawiyê de,rewşa astengdar û kêmendaman bi rêya hest û dilê wan xweş dibe û weke durişma vê komelê li bajarê Dirbêsiyê dibêje (Kêmaniya mirov ne bi endaman e,kêmanî ya hişyarî û bîreweriyê ye),ji bo berdewamiya vê komelê û da ku weke navê xwe karibe bihêle (sibê şîrîntir) be,hêja ye ku xebata wan were pesindan û her kes di bajêr de,rêxistinên xêrxwaziyê û yên sivîl û yên siyasî,alîkariyê bi wan re bikin.

14

Related Posts

Comments are closed.