Li Girkê Legê tevgera avakirinê berdewam e.

Li Girkê Legê tevgera avakirinê berdewam e.

Elend Mihemed.

Nav û cîgeh:

Girkê Legê bajarekî Kurdî ye,dikeve bakur û rojahilatî parêzgeha Hesekê de,ji hêla rêvebiriyê ve,bi herêma Dêrikê ve girêdayî ye.

Ji bakur ve digihe tixûbê gundê Kortepan,ji başûr ve digihe Gola Temo,ji rojava ve digihe tixûbê Sêgirka Çolê,ji rojhilat ve digihe tixûbê gundê Dugirka û Til Cemanê.

Girekî ne pir bilind di nîvê bajêr de heye,rûbera wî dora ( 5000) m çargoşe,ji ber kêmbûna daran Leglegê hêlîna xwe li ser Gir ava dikir,piştî avakirina Girkê Legê jî,bi dehan kalemêrên pêşîn dîtine ku çawa Leglega pîroz di navbera Gir û daran difiriya û datanî,ji ber vê yeka han navê bajêr bûye Girkê Legê.

Girkê Legê (165) km ji Hesekê,(65)Km ji bajarê Qamişlo,25Km ji Dêrikê,25Km ji Til Koçer û 12Km an ji Çil Axa dûr e.

Hin dibêjin ku Girkê Legê di sala 1934an,hineke din dibêjin ku di sala 1938 an de hatiye avakirin,bi tevayî dora 15e malabatan bûn,di konan de dijiyan,ji wan malbatan mala Hecî Hisênê Berkat bû.

Malbatên ku pişkdarî di avakirina Girkê Legê de kirine,Hecî Hisên Berkat,hecî Ibrahîm,Hecî Ehmed,Hecî Silêman,Hecî Tahir,Hecî Xelîl Mecdeldîn,Ebdela Emo,Hecî Mistefa Remo………HWD.

Rûbera Girkê legê dora 1900 hiktarî bû,ji 30-40 cotkarî lê niştecî bûn.

Piştî derketina petrolê di sala 1960 î de li Rimêlan, Qerçox,Siwêdiyê û rêya di navbera Qamişlo û Dîrikê de,Girkê Legê cihekî berz di herêmê de wergirt,roj bi roj fireh û mezin dibû.

Girkê Legê ji gelek pêkhatiyên têvel ji hozên Kurd û Erban pêk tê,hemî jiyanek hevbeş bi hev re didomînin.

 

Related Posts

Comments are closed.