Li Kobanî,zaroktiya şer û temenê birîndar

Li Kobanî,zaroktiya şer û temenê birîndar

Îdrîs Ne’isan

Civaka Rojavayê Kurdistanê bi giştî û ya Kobanî bi taybet weke civakek e gundewarî  tê nasîn. Ji ber hemû bajar û bajarokên wê ne dûrî çanada gundetiyê ne. Ji wê jî gelê Rojava pir bi xwezayê re dijî, û bi aramiya wê dil rihet û şa dibe. Zarokê vê civakê jî wêneya jiyana xwezayê di zaroktiya xwe de radighînin,lîstok,stran û kenê xwe ji wir dafirînin. Lewra,ew wek xemla jiyanê pênase dibin û jiyanê dikenînin. Lê dema ku şer û pevçûn li herêmên me derketin û roj bi roj zêde dibûn,zarok bêhtirî beşên din yên civakê dev ji zaroktiya xwe berdan, bi temenê herî bicûk êş û azarên şer di beden û dilê xwe re derbasdikin. Ew dev ji lîstok û pirpiriyan berdidin,nema şîranî an jî cilên nû yên cejnan dixwazin. Tenê stranên bi şewat,bêjeyên xwîn û mirin û pakrewaniyê bikar tînin. Ew stranên zarokan,tîqetîq ê,û mehsûmiyê ji bîr dikin. Bi bêjeyên siyasî,û hevokên netewî an îdiylocî ve mijûl dibin. Li ser ekranên medeya,di karwanên oxirkrinên pakrewanan û ta li dibîstanê,ew wiha perwerde dibin. Dema tu ji zarokekî dixwazî straneke zarokan bêje ew stranên şer û cengê,yên şehîdan û yên tolhildanê tenê zane,nema li film kerotnan dinêre û ne jî helbest û stranên zarokan ezber dike. Ew her kêlîk topbaran,bobmebaran,kuştin û wêran ê dibîne. Mirinê oxir dike,termên kuştiyan an yên çetan berçav dike. Lewra,ew bi rûyê xemgîn,çavên girî û dilê tiji kul dilorîn e. Ew ji hesreta dilê dayikan û wendabûna aramiyê,yan jî wendabûna xizmekî diqîr e. Lîstik û lîstokên xwe jî ji bîrkirin e,bi lîstokên wek tifingan û avakirina mewziyan ew dilîzin. An Asayîşin,YPG û Pêşmerge ne,an jî Daiş in. Ew nema bijîşkin,ne mamoste ne û ne jî endeziyarin,ew tenê yan çete ne yan jî şervanin. Ev pênc salin bi serhildan û pevçûnan re rû bi rû dimînin. Carna koçberin,bê warin û der bi derin. Carna di binê deryan de fetisîne an windayîne. Yan jî di destê çetan de dîlin,kolene û xizmetKarin. Zaroktiya wan li benda guhertineke mezin di şewite,diperçiqe,û ew wek kulîlkên buharê diçilmisin. Ji zaroktiya xwe dûr dikivin,bi laşên bicûk temen mezin dibin. Heserta zaroktiya xwe bi hêsrên çavan der tînin. Ew nizanin çawa bêjin,herdem dibêjin,lê em liber nakivin,em naxwazin bizanin. Ji ber em berjewendî darin. Gelo emê kengî bizanin ku  em gunehkarin? Emê kengî liber wan kevin,li wan agahdar bin? Piştî bêhtrî nîvê wan bê xwendin û fêrkirin man,winda û li kolanan neçar bûn,ma qey em têr nabin? Çi pêşerojê em dixwazin? Zarokên saykolocî  xerab,yên bê xwendin,lê yên şervan,em dixwazin? Me ne tenê avahî û binesaziya welat wêrankir,lê me pêşroj û pêşenifiş winda kir. Me welatekî bê zarok û zaroktî,bi kaval û vala li cihê welatî xwe danî. Ma em çi welatî dixwazin û çi ji zarokên xwe re hêvî dikin? Lê mixabin tu kes ne guhdar e. Ev mînakek ji civak û zarokên Sûriyê bi gîştiy e. Mixabin û sed mixabin…

5

Related Posts

Comments are closed.