Li Tirbespiyê,çanda guhdanê bi gulîstanan.

Li Tirbespiyê,çanda guhdanê bi gulîstanan.

 

Yasmîn Hesen.

Jiyana di nava bajêr de tijî fişar e,û ev fişar duqat dibe dema ku mirov tu cihan nebîne ku ew xwe li wan rehet bike û wê  fişarê vala bike,lewra em di bînin ku hemî bajar çi mezin be an jî buçûk be pêwîstiya wan bi cihê bihinvedanê heye,cihê herî baş ji bihinvedanê re bê goman siruşt e,û ji ber ku bajar bi destê mirovan têne avakirin,pêwîst ev mirovê ku bajêr avadike ne avahiyan bi tenê avabike,pêwîst e ku siruşt jî bê par nemîne di bajran de,da ku mirovên bixwazin ji tundiya jiyana bajariyê birevin,xwe bavêjin himbêza siruştê ango Gulîstanê. Li bajarokê Tirbespiyê wek her bajar û bajarokekî  hin gulîstan hene,û bi ser ku jiyana li bajarokê Tirbespiyê nêzî jiyana gundîtiyê ye,lê bi ser wilo de jî xelkê Tirbespiyê hin bi hin seredana Gulîstanên bajêr dikin,nemaze piştî ku şaredariya bajêr erkê jinûavakirin û vejîn a gulîstanan dabû ser mulê xwe.

Di nava bajarê tirbespiyê de sê gulîstan hene,her wiha li hin gundên bi ser Tirbespiyê ve gulîstan hene,mîna gundê Til şe’îrê û gundê Sîha û gundê Sihêl.

Gulîstanên di nava bajarokê Tirbespiyê de di bin çavdêriya şaredariya bajêr de ne,û berpirsê gulîstanan di şaredariya Tirbespiyê de Hesen Elî ji kovara Welat re axivî û got: Em li ser avakirin û vekirin a gulîstanan di sekinin,ta niha me sê gulîstan li bajarê Tirbespiyê vekirine,û yek li gundê Til Şe’îr ê û yek li gundê Sîha û yek li gundê Sihêl.

Her gulîstaneke me çavdêrek ji bo parastin û guhdana wê gulîstanê danî

Welatiyê Tirbespiyê dibînin ku pêwîstiya wan bi gulîstanan heye û nemaze nifşê zarokan,wek ku mamoste Ferîda Hesen ku ew welatîyeke ji Tirbespiyê ye ji Welat re axivî û got: Giringiyek taybet ji gulîstanan re di jiyana zarokan de heye ,ji ber ku gulîstan cihekî başe ji lîstokên zarokan re,da ku bi hevalên xwe re bilîzin û bihna xwe fireh bikin.

Her wiha zarokên Tirbespiyê jî nerîna xwe derbarê gulîstanan ji kovar a Welat re dane xuyakirin,wek ku Helîma ji me re axivî û got: Ez di çim gulîstanê bi heval ê xwe re û em bi lîstokan dilîzin û di deydîkê de rûdinin,û di nava daran de baz didin, piştre ez dilxweş û şad vedgerim malê.

Hin ji gulîstanan ji berî şoreşê ve hebûn,lê ew gulîstan piştguhkirî bûn,tu kesî guhê xwe nedida wan,kesekî hey ji wan nebû û nizanîbû ku ew hene an jî tune ne,mîna gulîstana  şehîda Rojda Axîn ku bi navê gulîstana JIN ê naskirî ye,ew gulîstan ne xuyayî bû lê di dema dawî de ev gulîstan guhdanek e taybet pê hate kirin û mîna nexweşekî ku hin bihin ji bin bargiraniya nexweşiya xwe derdikeve,ku ev gulîstan dema mirov derbasî dibe peykerê jineke di nava goleke avê de pêşwaziya wî mirovî dike.

Lê hin ji welatiyan gazinan dikin ku hîna çanda parastina gulîstanan baş di nava xelkê bajêr de belav nebû ye,lewra mirov dema seredana gulîstanekê dike ew matmayî û dilşikestî dimîn e ji ber gemara ku di wê gulîstanê de tê dîtin,ji ber vê yekê pêwîste ku berî avakirina gulîstanan em mêjiyên mirovan avabikin .

 

Related Posts

Comments are closed.