Me jî zimanê kurdî qedexe kiriye

Me jî zimanê kurdî qedexe kiriye

Aras Yûsiv

 

 

Eger te ji çi kurdekî li rojavayê kurdistanê pirsîba ka rêjîma Esed çi sitemkarî li we kiriye,dê gelek tişt jimartiban û di serî de ku zimanê kurdî qedexe kiriye,lê aniha em dikarin bêjin ku me bi xwe jî bi şêweyekî ji şêweyan ev ziman qedexe kiriye.

Belkî bi me zehmet be em vê yekê bêjin lê dema ku aniha derfet bo me  hebe em fêrî ziman bibin û vê yekê nekin an pê binivîsînin û vê yekê nekin,çi ji vê yekê tê fêmkirin ji bilî ku em bi xwe ziman li xwe qedexe dikin!.

 

Me ne tenê wisa kiriye  û ziman li xwe qedexe kiriye lê li zarokên xwe jî,ji ber dema derfet hebe ku em wan fêr bikin û em bi xwe nizabin û nikarîbin wan fêr bikin,ev tê wateyê ku em bi xwe jî li zarokan qedexe dikin.

 

Dema ku gelek kenalên kurdî hebin û em berê xwe bidin kenalin ne bi zimanê xwe wek ên erebî ev tê wê wateyê em weşana kurdî ya van kenalan di malên xwe de hinekî qedexe dikin.

Eger kenalên kurdî ne wisa pêşketî bin jî,mirov dikare hinekî ji dema xwe bide yên kurdî,eger ne ji bo me be lê bela ji bo zarokên me yên divê em jiyaneke kurdî ji hemû aliyan ji wan re ava bikin.

 

Eger ev tev zehmet bin,ez bawer nakim ku zehmet be mirov ji dostekî xwe bipirse ka navê min çawa bi kurdî tê nivîsandin da ez li ser rûpela xwe ya facebookî binivîsînim .

 

Ji her kesî ji me  tê xwestin ku em karibin pirên nû di nav xwe û zimanê kurdî de bi zarok,malbat,heval,dost û civaka xwe re biafrînin,ji ber ev ziman ne bi rehetî gihaye me û yên gihandine  gelek westiyane,zehmetî dîtine û ketine zindana de ta ku gihandine me.

 

 

 

 

 

Related Posts

Comments are closed.