Mele Nûrî yê Hesarî :-Kovara Welat -Hejmara (8)an.

Mele Nûrî yê Hesarî :

Mîran Hesarî

Helbestvan Mele Nûrî yê Hesarî (Pirêşan)Li gundê Hesarê yê ser bi herêma kircosê li bakurê Kurdistanê ji dayik bû di sala 1934an de Di çardehsalîya xwe de, berê xwe da rojava yê Kurdistanê û li gundê Til Merûf bi cîûwar bû jibo xwendina zanînên fiqhê Olî û paşre melatîya çend gundan kir wekû (Mehmûdîyê – Ceradîyê – Til Mistê – Litêfîyê…) Mele Nûrî rastî gelek fişaran hat ji alîyê şêxan ve jiber helwestên wî yên netewî û nivîsandina helbestê lewra hat dûrxistin ji melatî yê û demekê wî wekû cildirû kar kir jibo dabînkirina qûtê rojane . Paşre di sala 1967an de li bajarê Qamişlo bi cîûwar bû û nivîsandina helbestê berdewam kir tevlî fişarên ewlekarîya sûrî ya kû ew bê çar kir ser sûndxwarinê bi Quranê da nevegere nivîsandina helbestê lê ew berdewam bû di xebat û helbestan de û gefên desthelatê paşguh kir û pelên xwe di bin erdê û di dîwaran de diveşart lewra gelek pelên wî têkdiçûn Mele Nûrî gelek piştgirî û alîkarî pêşkêşî penaberên başûrê Kurdistanê kir û mala wî bû penageh ji kesên sivîl û pêşmergan re Mele bi çar zimanan di. axivî (Kurdî – Erebî – Tirkî – Farisî) û çar pirtûkên wî yên çapkirî hene (Şoreşa Barzanî – Zevîyek Gazîdan – Axlîme – Rêziman) Di sala 1988an de bi nexweşîya Falic ket û ma rûniştî di mal de lewra berhemên wî yên ne çapkirî pirin û ji wan sedan helbest, Ferhenga Kurdî-Erebî, Ferhenga Kurdî-Tirkî, Ferhenga Kurmancî-Zazî û herweha mewlida pêxember bi zimanê kurdî. Çendîn xelat û rêzname wergirtine (Xelata helbestvan Cegerxwîn a afrandina helbestê sala 2008an, bawernameya rêzgirtinê ji festîvala helbesta kurdî ya 12mîn li sûriya sala 2007an li Qamişlo, rêzname yek ji dîdargeha çand û hunerê û kovara Mewasim, û rêzname yek ji partiya Yekîtîya Demoqrat a Kurd li sûrî (Yekîtî). Di 25ê meha Çile sala 2011an de li taxa Qenat Siwês li Qamişlo, Mele Nûrî çû dilovaniya xwedê piştî ku jiyana xwe derbaskir di xizmeta ziman û çanda kurdî de.
Qîza ciwan û gulperî
şewq û şemala xweserî
Ger tû dixwazî koçerî
mizgîn didim va bû behar
Dakev ji wê asê gehê
adar giha roja nehê
Serbest were vê bergehê
bê tirs li ber çavê neyar

ملا نوري هساري

Related Posts

Comments are closed.