Nabucco Kurdistanê himbêz dike

Hawar Ebdilrezaq

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê projeya Nabucco ragihand ku Herêma Kurdistanê di siberojê de dikare bibe dabînkareke mezin a gaza siruştî di cîhanê de. Mamosteyekî zanîngehê jî dibîne ku Kurdistan bi beşdariya di wê projeyê de dikare rewşa xwe ya aborî firehtir bike, lê nabe ku tenê piştê bi dahata ji samana xwe ya sirûştî girêbide.

Heftiya dawî ji meha borî, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Almanyayê kir û li wir serokwezîra Almanyayê Angela Merkel dît. Paşê hat ragihandin ku Herêma Kurdistanê dikare di rêya projeya Nabucco re gazê ji Ewropayê re dabîn bike.

Projeya Nabucco projeya xeta veguhestina gaza siruştî ji Tirkiye ber bi Awisturyayê ve ye. Li bajarê Bakurê Kurdistanê Erziromê destpêdike û di nav welatên Bulgarya, Romanya, Meceristan, Komara Çek re derbasî Awisturyayê dibe. Dirêjbûna xetê wê derdorê 3300 km be û mebest ji avakirina vê xetê rizgarkirina welatên Ewropayê ji destê Rûsyayê ye, ku niha dabînkara yekem a gaza Ewropayê ye.

Ji bo beşdarîkirina Kurdistanê di projeya Nabucco de, berdevkê projeyê Christian Dolezal ji Rûdawê re got: “Bi xweşî Kurdistan dikare di siberojê de bibe dabînkareke mezin a enerjiyê di cîhanê de û ji bo dabînkirina gazê pirrbûna çavkaniyan ji projeya Nabucco re gellekî girîng e. Lewma her çavkaniyek alternatîv hebe, projeya Nabucco amade ye ku bîra wê bibe.”

Sala borî nûnerê wezareta derve ya Amerîkayê ji bo karûbarê enerjiya Ewro-Asyayê, Richard Morningstar, ragihand ku gellekî girîng e gaza siruştî ya Kurdistanê di rêya projeya Nabucco re bigihije welatên Ewropayê: “Di nêrîna me de ew girîng e û Tirkiye jî di heman nêrîna de ye ku xaza kurdî bigihije Ewropayê. Eger em karibin gaza kurdî bînin nav wê projeyê, ew dibe gaveke erênî.”

Mamosteyê aborî li zanîngeha Silêmaniyê, Dr. Xalid Hemîd, bale dikişinê ser wê yekê ku beşdarîkirina Kurdan di projeya Nabucco de rê xweş dike da ku beşê aborî li Kurdistanê firehtir bibe: “Şandina petrolê û gaza siruştî dibin sedema xurtbûna beşê aborî. Bi wî awayî jî dikarin beşên din ên aborî xurt bikin, wek beşên çandinî û geştûguzariyê û çavkaniyên din ên dahatê li Herêma Kurdistanê.”

Ji bo beşdarbûna Kurdistanê di vê projeyê de pêwîstî bi lihevkirina hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê heye. Bi gotina Morningstar, Amerîka “dizane ku beşdarîkirina Kurdan di wê projeyê de nayê kirin û nabe, eger bi Bexdayê re lihevkirinê nekin.” Lê berdevkê projeya Nabucco dibîne ku “pîşesaziya gaza Ewropayê çavê wê li gellek çavkaniyan e ji bo wergirtina gazê. Çavê wê li wê ye ku ji bakurê Iraqê jî werbigire. Her dema rewşa aborî ya wê xurt bûye, dikare gaza Iraqê bigihîne Tirkiyeyê û ji wir jî bişîne bazarên Ewropayê.”

Christian Dolezal

Christian Dolezal

http://rudaw.net/kurmanci/business/08042013

Related Posts

Comments are closed.