Osman Sebrî “APO”.. Jiyan û berhem

Osman Sebrî “APO”.. Jiyan û berhem

Damezînerê tevgera azadîxwazî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê, tekoşer, rewşenbîr û helbestvanê payebilind Osman Sebrî di 5-1-1905an de, li gundê Narincê yê bi ser wîlayeta Semsûrê ve, li bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Hîn temenê wî 10 sal bûn, Bavê wî Sebrî ku serekê êla Merdêsiyan bûye diçe ser dilovaniya xwe. Piştî koça bavê wî, diya wî Emîna bi apê wî yê mezin Şikrî re şû dike. Şikrî hem şûna birayê xwe Sebrî di axetiya hoza Merdêsiyan de digire, hem jî dibe bavekî dilovan ji bo Osman.

Li gorî ku di bîranînên xwe de dibêje, apo Osman xwendina xwe ya seretayî li gund, ya navendî jî li bajarê Kextê kuta dike û bawernameya xwendinê bi dest dixîne.

Sala 1920 an vedigere gund û ji apê xwe hînî rê û rêzanên bi rêvebirina êl û hozê dibe.

Sala 1922an, di temenê 17 saliya xwe de jinê tîne û piştî salekê kurekî wî çêdibe, navê wî jî dike Welato.

Apo Osman bi ramanên mamosteyekî ku navê wî Ismaîl efendî bû bandor dibe û ji reftar û rêbazên derebegîtî, axetî û eşîrtî kiz û zivêr dibe.

Dema ku şoreşa Şêx Seîdê Pîran destpêkir, hoza Merdêsiyan jî xwest ku bi hawara şoreşê ve here, lê mixabin şoreş zû têkçû.

Piştî şikestina şoreşa Şêx Seîd, dewleta Turk dest bi siyaseta bişaftin û helandina netewî li dijî kurdan kir, bi darê zorê û bi agir û hesin siyaseta (tirkkirina kurdan) da meşandin feriz kir.

Li hemberî zordestiya dewleta Tirk berxwedaniya kurdan li Çiyayên Cabikcûr, Farqîn, Sason û agirê dewam dikir, lê bersivdayîna Tirkan tundtir û hovtir dibû.

Di roja 24-6-1926an de, Tirkan herdu apên Osman Sebrî (Şikrî û Nûrî) li Amedê bi dar vedikin, û Osman jî digirin û li gel hezarên ciwanên kurd diavêjin binê zindanan,  û heya sala 1928an li Denîzleyê di zindanê de dimîne, piştî ku ji zindanê derdikeve careke din li Meletyê vedigere karê xwe yî welatparêzî û rikberiya li hember siyasetên dewleta Turk.

Seba xebata xwe ya di ber doza gelê xwe de careke din li gel 26 serokeşîrên kurd tê girtin. Piştî heft mehan tê berdan, lê li jêr çavdêriya dewleta Turk dimîne û bi rêya sîxurên wê xebata wî gav bi gav tê şopandin.

Careke din biryara girtina wî derdikeve, lê vê carê wek ku Cegerxwîn dibêje biryara bi dar vekirina wî bû. Ji lew re apê Osman neçar dibe ku ji serxetê (bakurê Kurdistanê) dakeve binxetê (rojavayê Kurdistanê).

Di 24-12-1929an de dadikeve devera Kobanê û xwe li hoza Berazan digire.

Serokên hoza Berazan Mistefa û Bozan Şahîn beg, endamên komeleya Xoybûnê bûn.

Li ser destê Mîr Celadet Bedirxan, apê Osman dibe endamê komeleya Xoybûnê û rêya xebat û tekoşîna xwe didomîne.

Piştî ku derbasî Sûriyê dibe, hikûmeta kemalî ji ferensiyan dixwaze ku apo Osman radestî wan bike, lê ferensî daxwaza tirkan red dike û li şûnê wî surgûnî bajarê Reqayê dikin da ku ji sînorê tirkan bi dûr bixin.

Di sala 1930 de komela Xoybûnê biryara piştgiriya şoreşa Agirî stand, pilan hat danîn ku hoz û eşîrên kurdên rojavayê Kurdistanê ji Cerabulsê heya Eyn Dîwarê sînor derbas bikin û şerê dewleta Tirk bikin, lê di roja êrîşê de gellek ji wan axe û begên ku soz dabûn ji soza xwe vegeriyan, tenê Osman Sebrî bi çend peyayên Berazan re sînor derbas kirin û şer kirin, lê ji neçarî bi şûn de vekişiyan.

Piştî vê bûyerê berê xwe dide başûrê Kurdistanê, lê dema ku dixwaze ji wir vegere li Mûslê ji alî Ingilîzan ve tê girtin, bi zor û halekî xerab xwe ji nav destên wan derdixîne, diçe Uman û Felestînê û di wir re dizîvire bajarê Şamê.

Li Şamê, li gel girûpek ji şoreşger û ronakbîrên kurd mîna (Celadet û Kamîran Bedirxan, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî Can …..hwd) dicive, piştî ku rewşa kurdî dinirxînin û dibînin ku şoreş û raperînên kurdan bi çekan sernekitine, biryara xebata bi pênûs, zanîn û rewşenbîriyê distînin da ku bi vî awayî gelê xwe hişyar bikin û şerê dijminê xwe bikin.

Bi derketina kovara Hawarê re (15-5-1932an) mûma xebata rewşenbîriyê hate pêxistin, vêca apê Osman û bi saya Mîr Celadet ji eniya şerê çekdarî xwe berda eniya şerê wêjeyî û rewşenbîrî, û weke nivîskar, helbestvan û wergêr cihekî berz di meydana wêjegeriya kurdî de digire.

Lê Apo Osman nikarîbû ji xebata şoreşgerî, siyasî û ramyarî bi dûr bikeve, û ji ber xebata wî ya siyasî, mêraniya wî û helwestên wî yên wêrek bi dehên caran ji alî desthlatdaran ve hate girtin û surgûnkirin.

Em dikarin bibêjin ku Apo Osman Sebrî tevahiya jiyana xwe di nava xebat û tekoşînê de derbas kir û li her du qadên siyaset û wêjeyê de kesayeteke berz û xwedan bandor bû.

Di 11-10-1993an de, li bajarê Şamê-taxa kurdan koça dawî kir, û li Cizîrê gundê Berkevirê hate veşartin.

Berhemên Osman Sebrî :

-Elfebeya kurdî…sala 1954an

-Bahoz…sala 1956an

-Derdên me…sala 1956an

-Elfebeya tekûz…sala 1982an

-Çar leheng….sala 1984an

-Şerê Sasonê

-Bîranînên Osman Sebrî

 

 

Jêder:

Pirtûka Rewan …Dilawerê Zengî

Bîranînên min…Osman Sebrî

 

 

 

 

 

 

 

Related Posts

Comments are closed.