Pêşengeha duyem ya hunermenda kurd Dilşa Mihdî

Bi himbêz kirina bajarê Sundsval li bakurê swêdê ji 31 tebaxê û ta 26 Îlonê ,pêşengeha duyem ya hunermenda kurd Dilşa mihdî li darxist. Tabloyên vê pêşingehê bi şêweyê akryl hatine amade kirin . Dilşa mihdî ku ew bi xwe di bêje ,min hewildaye ku ez li ronahîkê di nav mij û dûmana ku li suryê û bi taybet li welatê xwe başûrê rojava digerim. Hunermenda kurd Dilşa mihdî di temenê 50 saliya xwe de dest bi kar û barê şêwekariyê kirye,û gelek tabloyên bedew û bi wate pêşkêş kirin e. Di roja vekirinê de gelek huner hez ,amadebûn Kurd .siwêdî û gelek netewê din jî . Hêjayî gotinê ye. Dilşa mihdî biryar daye ku çi tabloyên di vê pêşngehê de werne firotin,wê ew wek alîkarî ji du malbatên ku nexwşiyên pir xerab li nav wan bela bûye tirxan kirye. Ew herdû malbat li bajarê qamişlo dijîn û rewşa wayî tendurstî gelekî xirab e . hêviya dilşa mihdî ew e ku tevayê gelê kurd xwedî li hev û li welatê xwe derkevin,û ew dibêje êdî ez tîrêjên azadî li ser riwê roka welatê xwe dibînim.

 

Related Posts

Comments are closed.