Pirtûk û pêwistiya xwendinê…Imran Yûsiv

Pirtûk û pêwistiya xwendinê

 

Imran Yûsiv

 

-Dîroka pirtûkê:

Di pirtûka xwe ya bi navê “Pirtûk” de “Dr.Alîksander Stîbitşvîtş” dibêje :

“Çîroka pirtûkê ji deştên başûrî mezopotamyayê dest pê dike, ku li wê deverê seyretirîn gel di dîroka mirovahiyê de şaristaniyek avakiribû, ji wan re digotin Somerî.”

Nivîskar û lîkolînerê Kurwatî Alîksandar dibêje ku heya îro roj nehatiya diyarkirin ka ev gel bi koka xwe kî ye, ne jî ji çi nijad û netewê ye, tevî ku pir lêkolîn û xwendin derbarê şaristaniya wî de hatine kirin.

 Lêbelê heman lêkolîner û di heman nivîsê de li xwe vedigerîne û dibêje :

“Hin dîroknas dibêjin ku Somerî di nîvê duyem ji pênchezarsaliya berî zayînê de ji bakur daketine, û dibe ku ji derdora behra Qezwînê daketibin deştên bi xêr û bêr yên navbera herdu çemên Decle û Feratê û li wir bi cî bûne. Di dema çend sedsalan de, gewretirîn şaristanî avakirine. Û ev şaristanî ji bo hemû şaritaniyên mezin yên ku li rojhilata navîn derketine makder, çavkanî û bingeheke sereke ye. Lê Somerî ji meydana dîrokê wenda bûn piştî ku serxwebûna xwe ya siyasî ji dest birin ew jî di dawiya sêhezarsaliya berî zayînê de bû.

Piştî Someriyan Ekadî, Babilî, Aşûrî û xeynî wan hatin û şaristaniyên xwe li ser şaristaniya Someriyan ava kirin, wiha jî hemû destkeftî û afirandinên Someriya li xwe girtin û dîrokê jî ew bi navên wan danî.

Demeke dirêj navê Someriyan di rûpelên dîrokê de wendayî mabû, heya em gihiştin sedsaliya 19an a zayînê, ku vekolînên şînwarî bajarên Someriyan dîtin û bi hezaran depên ji heriyê yên ku someriyan li ser nivîsandibûn ji bin axê derxistin, û Ji nû ve zanistê danasîn bi vî gelî û beşdariya wî di avakirina şaristaniya mirovahiyê de kir.

Yek ji karên herî giranbuha ku li ser destê Someriyan hate afirandin û di dîroka şaristaniya mirovahiyê de ji bo wan cihê rûmetê ye nivîsandin, pirtûk û pirtûxane ye.

Tiştê ku piraniya dîrokzan û lêkolîner li ser hevfikr û rêkeftî ne ewe ku yekemîn gel yê ku nivîsandin ji bo derberîna hizir û ramanê bi kar anîye Somerî ne. Ew depên ji heriyê ku someriyan nivîs, neqş û nîgarên xwe li ser danîne û yên ku vedigerin nîvê çarhezarsaliya berî zayînê kevintirîn şahid e li ser vê dîtinê. Hin jî dibêjin ku dibe Someriyan berî vê dîrokê bi gelekî dest bi nivîsandinê kiribin, lê tiştê ku nivîsên xwe li ser danîne bi demê re riziyane, herifîne û helyan e.

Bi vî awayî em dikarin bibêjin ku dîroka pirtûkê û pirtûkxaneyan vedigere 4 hezar sal berî zayînê ku li ser destê Someriyan hatiye afirandin.

Ji depên heriyê şêweya pirtûkê qonax bi qonax li pêş ket, heya ku gihişt rengê xwe yî îronî.

 

-Çi sûde ji xwendinê tê wergirtin

Gelek gotin û şîret derbarê xwendinê de hatine gotin, tevde jî balê dikşînin ser pêwîstî û giranbuhaya wê.

Wek ku pêdiviya laş bi xwarinê heye da ku saxlem û çalak bimîne û mezin bibe û ji nexweşiyan dûr bikeve, herwiha pêwîstiya mejî jî bi xwendinê heye da ku li pêş bikeve , û wek ku dawiya zanînê tune ye, divê mejî jî ji wergirtina zanînê qut nebe, wergirtina zanînê jî bi rêya xwendina pirtûkan dibe.

Li ser asta kesayetî, xwendin roleke mezin di avakirin û pêşxistina kesayetiya mirov de dilîze.

Li ser asta civak û gelan, ji bo pêşketina çand û şaristaniyê xwendin  bingeheke sereke ye, bi rêya xwendinê zanîn û zanistên mirovî bi hemû beşên xwe di nav gelan de belav dibin û têne veguhestin.  Gelê ku nexwîne nikare zanist û zanînê bişopîne ji lewre ewê ji tevgera pêşketina şaristanî ya mirovî dûr be û her dem li paş bimîne.

Em dikarin sûdeyên xwendinê di van xalên jêrîn de bidin berçav :

1-Xwendin bandora xwe li hemû beşên jiyana mirov dike, ew bi xwe jiyaneke temam e. Destpêkê ji hêla abûrî ve, dema ku xelk berê xwe bidin xwendina pirtûkan, wê hingê karê çapxaneyan jî zêde dibe, herwiha weşanxane jî li nivîskarên behremend digerin û pirtûkên wan diweşînin, bi vî awayî rewşa abûrî ya beşek ji civakê (nivîskar- karmendên çapxane û weşanxaneyan) baş dibe û tevgereke abûrî peyda dibe.

2-Xwendin rengê jiyana mirov bi alî başbûnê ve diguherîne, ew jî bi rêya veguhestina zanînê di navbera çandên cuda yên gelên cîhanê de ku her çandek beşek ji zanînê li gel heye.

3-Xwendin yek ji awayên xemrevîniyê ye û giyanê mirov pê rehet dibe, mirov dikare dema xwe bi xwendina hin pirtûkên sivik û xweş derbas bike, di heman demê de jî sûdeyeke zanistî ji wan werbigre.

4-Xwendin alîkariyê dike ku berhemên wêjeyî zêde bibin,  bi vî awayî jiyana hunerî li pêş dikeve. Dibe ku mûzîkjenek yan dengbêjek gotinên strana xwe ji pirtûkek helbestî bibe, yan jî şanogerek deqekî çapkirî bilîze, yan sînemegerek ji xwe re romanekê bike fîlmek an ….hwd.

5-Perwerdekirin û rahênana hiş : Hiş hewcedarî guhdan û rahênanê ye, rahênana hiş bi xwendinê dibe.

Xwendin dihêle hiş tim li kar be, yên dixwînin kêm bi nexweşiya zehaymerê (xurufandinê) dikevin, ji ber ku dema hiş li kar be ew herdem xurt dimîne û ji hêza xwe nakeve.

6-Xwendin mirov ji netebatiyê û xeman rizgar dike. Xwendina çîrok û romanan mirov ber bi cîhaneke din ve dibe û dihêle derd û kulên xwe ji bîr bike.

6-Xwendin zanînên mirov pir dike, çiku her ku yek agahiyekê yan zanyariyekê nû dixwîne, ew zanyarî di mejiyê wî de tomar dibe, û dibe ku rojekê ew hewcedarî wê bibe. Zanîn ji hemû tiştên din buhatir û binirxtir e.

7-Xwendin ferhenga mirov ya ziman fireh dike. Her ku yek dixwîne têgehin nû di hemû biwarên zanistê de nas dike, bi vî awayî pêwendî û axaftina wî di civakê de li pêş dikeve, herwiha dikare bi serbestî binivîse jî, di heman demê de di nav civakê de weke kesekî rewşenbîr tê naskirin.

8-Xwendin bîra mirov baş dike, di xwendinê de mirov neçare ku navên kesên di çîrokê de yan di romanê de û navên dever û gelek tiştin din ezber bike, ev jî ji bo hişê mirov rahênaneke baş e.

9-Xwendin hezirandin û ramandina mirov li pêş dixe, wek xwendina pirtûkên ramyarî û felsefî, yan jî çîrokên polîsî.

9-Xwendin bingeha nivîsandinê ye: Ji bo her kesê ku bixwaze bibe nivîskar xwendin gerek e, liba behreyê bi tena xwe têrê nakê, û ger bi xwedinê neyê avdan ewê biçilmise û bemire.

10-Xwendin şanaziyeke giyanî bi mirov re çêdike û wî bi alî dilniyabûnê ve dibe.

 

Jêder :

-Dîroka pirtûkê (beşê 1em)..  Dr. Alîksander Stîbitşvîtş..Werger ji bo Erebî Dr.Mihemed.M. Ernaût..   ji zencîra (cîhana zanînê)

-Enternêt

 

Related Posts

Comments are closed.