Qêrîna Can û Wijdan : Ardewan Ehmed

Piştî hevqas sal ji kuştin û wêran û talankirinê,me digot wê dilê me hişk bibe,dilovaniya wî kêm bibe û nema dikevê bin bandora wêneyekê yan gotinekê,lê xuyan dike ku em hîn li mirovatiya xwe vedigerin û hestên me hîn tenik û nazik in,nexasim yên me,ev kesên ku hîna em li hundirê welêt in.
Bi dehan helwestên xembar bi me re derbas dibin,çi li kolanan yan li bazaran,çi li ser malperên internêtê û dîmenên tilvezyonan. Berî niha,di destpêka her helkeftekê yan boneyekê de,gava em demeke bêdeng li ser canên pakrewanan radiwestiyan,bi rengekî normal em disekinîn û derbas dibû,lê vê dawiyê bi dehên pakrewanên nêzîkî me têne bîra me û hêstirên ziwa ji çavên me têne xwarê. Yan gava em wan cihên ku em li wan mane bi çavên xwe dibînin çi li wan deran bûye,ew bajarên mezin çawe wêran dibin û şêniyên wan têne kuştin,çi cara em deng û dîmenên bi şewat dibihîzin yan dibînin,bi dizî û bê deng em hêstirên xwe ziwa dikin,em ji ber wan hêsiran ji kesên derdora xwe fedî dikin.
Gava mindalekî 11 salî ji herêmeke dorpêçkirî difilite,em pêrgî wî dibin û ji me re dibêje: Me tenê nanê hişk di nav av û zehterê de dikir û dixwar,ji ber ji wan pê ve tiştek tune bû,bêguman gotineke wilo dibe sedem ku nava mirov bişewite û mirov berê xwe biguherê da ku ew mindal hêstiran di çavên wî de nebîne yan jî serê xwe bixe ber xwe û bipûnije.
Gelek caran stranek ji devê hunermendekî yan jî helbestek ji devê helbestvanekî dihêle ku giyanê me biheje û xosiya me di qirika me de bimîne,lê gava tu zarokekî nehsalî dibîne ku du dar di bin çengên wî de ne û seqet dimeşe û piştî pirsiyariyê bersiv ji dayika wî kelogirî tê ku di encama teqîneke xwekujî de,bavê wî jiyana xwe ji dest daye û lingên vî kurê wê jêbûne,gelo beramberî helwesteke wilo,wê hestên me çi bin? An gava mirov wêneyên zarokan di bin avahiyên bi bermîlên teqîner bumbebaran bûne û hatine herifandin dibîne yan ew mindalê sêwî û birçî û pêxwas ku li ber mirinê dibêje:( Ezê her tiştî ji Xwedê re bêjim….) dê bersiva me weke mirov çi be?

Ardewan Ehmed

4

Related Posts

Comments are closed.