Quntar ( hejmara 3an ji kovara Welat )

Ronahî perîka xwe ya mezin
Bi ser Birca Dêrê ve û Dikana Darbestan ve diavêje
Li devera ku doh lê sekinî bûm û li bendî ya ku wê min
Ber bi çiyê ve bibe mabûm
Lê min Paytonên Awazan ên ku bi sal û deman
Me di xew di dibirin, nedîtin.
Roj wek Hevalekî ku li bin Pencereyê difîkîne
bang li Gavên min dikin
da ez bi wan Pêpêlkên dûr ve hilkişim
……………………
Bayê sivik spîbûna Pelên me fetisand
Xîmaveke şîn di şînbûna Melevangehê de hiliya
Dûra êvara şînî tarî tişta me ew nivîsandî veşart
Û me ber sîngên Gumlikên xwe vekirin
Wek Bavanine sivik ku tiştekî nalivînin.
Ber Destê sibê , li ser bermayê Helbesteke biseravketî
Me Serteşiyekî sor dît û ew xwe deytîne wek Peyveke
Tikî tenê ji mirinê filitî.

Helbest : Colan Hacî
wergerandina ji Erebî : Ciwan Qado

Related Posts

Comments are closed.