Rasteqîn li ser rewşa koçberên Ewropa

Rasteqîn li ser rewşa koçberên Ewropa

Serdar Keleş

Pîştî gereke giran û lêkolîneke berpirsiyar li nav kolan û bajarokên Ewropayê ku rûkeftî gelek malbat û kesan ji hemî temenan bûm,gelek tiştê berçav zela bûn û min dît pêwist e ku bigihê dilê her kesekî ku xwendina wî liser rewşa wan koçberan ne rast e û nerînek qels li ser wan standiye yan jî hemiyan bi yekrengî dibîne.

Da ku em ji rastiyê dûr neçin û ji ber sedemên jor,min xwest ku ez wan ligorî dîtinên xwe dabeş bikim:

1-Koçberên kevnar yên dema berê hatibûn Eworpayê ji ber sedemên konevanî yan bi mebesta kar û bi dihên salan diman ta ku mafên niştecîbûnê distandin û hemî karê zehmet û bêkêr dikirin û tevî wê beşek ji wan bi rewşa xwe dilxweş bûn,mixabin beşekî mezin ji wan nifşan xwe wenda kiribûn û dema serdanekê dihatin welat wêneyekî berevajî rastiyê li ser jiyana xwe şirove dikirin û heya niha hê di wan baweriyên xwe de dijîn û gelekan ji me ew gotin bawer dikirin û me ji wan re pêşwaziya wezîran dikir,lê mixabin rastiya jiyana van kesan ku ew bê hestên malbatî û hevaltiyê wenda ne û jiyana ezeziyê dijîn û gelek rola wan hebû ku bi sedên malbatan xwe li sînor û deryayan xistin û jiyana xwe ji dest dan da bigihine wê beheşta ku di hişê wan de neqişî bû.

2-Koçberên di şerê sûrîyê de,pîştî sala 2012 an: Gelek kesan ji wan nexwestin penaber bibin û dev ji kar û mal û cihê xwe berdin,lê sedemên babetî li ser zemînê hiştin ku gef û fişareke dijwar li ser wan hebe û di encamê de koçber bibin,sedemên sereke jî bêhêvîbûn ji çaraseriyekê bo kirîza Sûrîyê û navkokiyê konevanî û lihevnekirina tevgera Kurdî û neyekbûna gotara wê û nebawriya beşekî mezin bi pirsgrêka koçberiyê bûn,ji ber vê yekê gelek poşmanî bi wan re çêbû û xwestin cilikê li ser wan kesê berê hilênên û rasteqîneke veşartî ji kesên hê li welat mayî re zelal bikin,ew poşmanên han hin ji wan vegriyan û beşek li hêviya aramî û rawstandina şer e,lê dibe ku kirîza sûrîyê dirêj bike û zarokên wan herine dibistanan û roj bi roj astengî bêhtir derkevin û nikaribin vegerin.

-Rewşa koçberan ya rastî tabloyeke xembar e,bi tund û tûjiyê hatiye rengdan,gelek pirsgirêkên malbatî derketin bi taybetî çîrokên berdanê di navbera jin û mêr de û wendabûna zimanê dayikê li nik gelek malbatên lawaz û bêhêvî.

 

Related Posts

Comments are closed.