Roja cîhanî li dijî tund û tûjiya li ser jinê

  1. Roja cîhanî li dijî tund û tûjiya li ser jinê

 

Salar Salih

 

Li bajarê Hesekê û bi helkefta roja cîhanî ya li dijî tund û tûjiya li ser Jinê,di 25ê meha mijdarê de,gelek çalakî ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve,bi vê boneyê hatin lidarxistin,herweha hejmarek belavok li ser danasîna tund û tûjiyê û jêder û rengên wê,di bin navnîşana (Na ji tund û tûjiya li dijî Jinê re) hatin belavkirin.

Dîroka destnîşankirina vê rojê weke rojeke cîhanî li dijî tund û tûjiya li ser jinê vedigere sala 1960î ku li dewleta Dominîkan bi fermana dîktatorê wê dewletê Rafayêl Troxêlo herdu çalakvanên siyasî yên jin,xuşkên hev Mîrabal bi renegekî hovane hatin kuştin,ji dema wê rûdanê ve,hin çalakvanên jin ragihandin ku her sal 25ê Mijdarê bibe roja cîhanî ya dijatiya tund û tûjiya ku li ser jinan tê bikaranîn li seranserî cîhanê,herweha Netewên Yekbûyî jî sala 1999an danpêdan bi vê rojê kir weke rojeke cîhanî û hikûmet û rêxistin vexwendin ku çalakiyan di vê rojê de lidar bixin.

Bêguman,tund û tûjiya li dijî jinan binpêkirinek ji mafên mirovan re ye û astengiyeke mezin li pêşiya geşepêdana civakî ye ku gelek pirsgirêkên din jî bi xwe re dafirîne weke xizanî û paşketina civakê,herweha li gora hin zaniyariyan,rêjeyên belgekirî yên vê diyardeyê amaje dikin ku bêtirî 70 % ji jinan li cîhanê bi tevayî tûşî rengên tund û tûjiyê tên.

Di civaka bajarê Hesekê de jî,ev diyarde bi rêjeyeke ne kêm rû dide,gelek bûyerên bikaranîna tundê li dijî jinê diqewimîn,hin ji wan di hundirê malê de bûn ku mêr bi awayekî tundî li dijî hevjîna xwe bikar tanî û di encamê de pirsgirêk digiha asta berdanê û windabûna zarokan di navbera herdu aliyan de,ji aliyekî din ve,hin rûdanên vê tundiyê girêdayî destdirêjiya sêksî li ser jinê û çewsandina wê di karên ne rewa de bûn,lê di vê derbarê de diyardeya herî balkêş ku jinên ji parêzgehên din ji ber rewşa şer penaberî Hesekê bûne,bi rêjeyek bilind tên çewisandin û tundî li wan tê kirin,herweha pêdiviya wan bi diravan û aloziyên jiyanê dibin sedemine din ji bo çewisandina wan.

Lewre erkê hemû rêxistinên sivîl e,ku bi kampaniyên perwerdeyê rabin û civakê fêrî çandeke nû bikin ku tund û tûjiya li ser jinê red bikin û di jiyana xwe ya rojane de wê tundiyê weke karekî dûrî prinsîpên mirovî û bawermendiyên civaka mirovî bidin nasîn.

Di vê çarçoveyê de û bi helkefta roja cîhanî ya li dijî tund û tûjiya li ser jinê,navenda Selam û civaka sivîl bi kampaniyeke belavkirina proşoran rabû,di wê kampaniyê de,proşorek li ser danasîna tund û tûjiyê,coreyên wê,jêder û encamên wê,li ser nifşên civakê yên têvel hate belavkirin.

 

Related Posts

Comments are closed.