Salar Salih:Pirtûka li ser jiyana Umer Hemdî ”Malva” hat imzekirin

salarBi serperiştiya Mutraniya Siryanên Katolîk li bajarê Hesekê,li navenda ‘Mar Asya EL-Hekîm’ ya zanist û çandeyê,pirtûka li ser jiyana şêwekarê Kurd ê Sûrî yê cîhanî Umer Hemdî ‘Malva’ hat imzekirin ȗ bi amadebûna nûnerên rêxistinên civaka sivîl û Encûmena pêkvejiyanê li Hesekê û rewşenbîr û kesayetiyên serbixweçalakȋ lidar ket.
Ev pirtûk bi boneya derbasbûna zêdeyî salekê li ser koçbarkirina şêwekarê cîhanî Malva hat amadekirin,helbestevan Hena Dawûd ligel birayê Malva şêwekar Erfan Hemdî di amadekirina vê pertûkê de xebitȋn,pertûk behsa jiyana Malva dike,herwiha gotarên ku karên wî şirovedikin tê de hatine belavkirin.
Derbarî vê pirtûkê birayê Malva şêwekar Erfan Hemdî ji kovara Welat re axivî û got : ” Çalakiya me îro ji bo imzekirine pirtûka Umer Hemdî ‘Malva’ bû,di vȇ berhemȇ de jînameya birayê min Malva bi firehî hatiye ravekirin,hemû gotarên ku behsa kar û tabloyên wî dikin di hundirê pirtûkê de cih girtine,mebesta me ji amadekirina vê berhemȇ ew bû ku bibe jêderek ji bo wî kesê ku dixwaze vekolînê di jiyan û karên şêwekarê kurd yê cîhanî Umer Hemdî de bike,me gelek zehmetî û dijwarî di amadekirina vê pirtûkê de dîtine,çiku ew dezgehên pispor di warê amadekirin û çapkirina pirtûkan de li herêmên me peyda nabin,herweha riyên weşan û belavkirinê jî lawaz in,lê me hewilda ku em karekî baş ji bo bîranîna şêwekarê cîhanî Malva pêşkêş bikin”.
Piştî imzekirina pirtûka ‘ Umer Hemdî Malva’ li navenda Mar Asya EL-Hekîm,pêşangehek li hola navendê hate vekirin,têde nêzîkî bîst û pênc tabloyên şêwekar Umer Hemdî ji corê mezin hatin pêşkêşkirin,pȇşengeh ji bo palpiştiya pirtûka ku behsa jînameya Malva û karên wî yên hunerî dike û danasîna cemawerê beşdar bi tabloyên Malva û hunera wî hate lidarxistin.
Umer Hemdî şêwekarê kurd yê cîhanî ku bi nasnavê ” Malva ” tê naskirin,li gundê Til Nayif li parêzgeha Hesekê sala 1951ê ji dayik bûye,ji zaroktiya xwe de şêwekarî kiriye ta ku ew huner bi rengekî akadȋmȋ xwendiye,sala 1970 wek mamosteyê hunerê li Sûriyê hat bicîkirin,dûvre di Grafîk û nîgarên rojnameyan de kar kir,herweha di navbera salên 1971 ta 1978 an de,di dezgeha pirtûkên dibistanan de li Sûriyê kar kir,piştre berȇ xwe da Viyênayê û li wir niştecî bû û ji bo xebata şêwekariyê xwe vala dike,herweha Malva di warȇ rexneya hunerî de nivîsandiye û gelek post di saziyên hunerî yên cîhanî de girtine,karên wî yên hunerî li gelek pêşengehan hatine pêşkêşkirin û li gelek dewletan belavbûne,wek: Sûriya,Amerîka,Kanada,Nêmsa,Almanya ,Feransa,Îtalya,Holanda,Yaban,Sêrîlanka û Rûsya.
Roja yekşemê 18ê çêriya pêşî sala 2015an,li paytexta Nêmsayê Viyêna,Umer Hemdî ”Malva” yêtemen 63 salî,piştî ku tûşî nexweşiyeke giran hatibû koça dawî kir.

Related Posts

Comments are closed.