Salihê Heydo : “Folklor hilgirê çand, ziman, kesayetî û nasnameya gel e”

Salihê Heydo :

“Folklor hilgirê çand, ziman, kesayetî û nasnameya gel e”

 

Hevpeyvîn: Imran Yûsiv

 

Di 6ê adara 1956an de li gundê Hesê Ûso ji dayik bûye, xwendina xwe ya seretayî li gund, ya navendî li bajarê Hesekê kuta kiriye, ji mêj ve guhdaneke taybet bi folklor û koltorê kurdî kiriye, j bo danhev, naskirin û belgekirina folklorê kurdî gund bi gund, dever bi dever û êl bi êl li seranserî Rojavayê Kurdistanê û heya bi herçar parçeyên kurdistanê geriyaye, gellek çîrokên(hebû tinebû), serpêhatî, pend û metelok, stiran û sirûd, mamik û têderxistinok, cil û berg …hwd danine hev û lêkolîn li ser wan çêkriye,  ji bo vî karê giranbuha pir sal ji jiyana xwe borandiye. Di salên dawîn de hejmarek mezin ji pirtûkan di derbarê folklorê kurdî de çapkiriye, wekî pisporekî di warê folklor û kevneşopiyên kurdî de tê naskirin, kesayeteke bi nav û deng e, ne tenê li ser asta Rojavayê kurdistanê lêbelê li her çar parçên kurdistanê, ji ber firehiya zanyariyên wî û zanîna wî di warê folklor û dîroka êlan de hin nav lê hatine kirin wek (googlê kurdî- peymangeha gerok…), aniha li zanîngeha Rojava beşê wêjeya kurdî dersan dide, her weha bernameyekî bi navê Bexçê Heydo li televîzyona Rojava pêşkêş dike.

 

-Mamoste Heydo, wek tê zanîn hûn ji mêj ve di warê folklorê kurdî de dixebitin, her weha hûn wekî helbestvan jî têne naskirin. Ji kengî de we dest bi xebata çandî û wêjeyî kiriye, û çi hişt ku hûn berê xwe bidin vî warî ?

-Ne min berê xwe dayê, wê berê xwe da min. Ji dema min bîrbir ku ez kurd im. Dema ku ez biçûk bûm radyoyek me hebû, wê hingê sê ezgehan weşana xwe bi  kurdî dikirin, ew jî (Yerîvan, Dengê Tehranê pişka kurdî, radyoya Bexdê pişka kurdî) bûn. Radyo tim li mala me vêketî bû, û bavê min li pişka kurdî ya di hersê ezgehan de dihate weşandin guhdarî dikir, min jî li nûçe, stiran û dîlokên kurdî guhdarî dikir, gava hin gotin tênedigiştim, min ji bavê xwe dipirsî, û ewî ji min re şirove dikir, vê yekê pir bandor li min kir.

Dema piçekî mezintir bûm ,  yekem pirtûka bi zimanê kurdî ku min dît û xwend  (Elfebeya zimanê Kurdî) ya Osman Sebrî bû, min ew pirtûk li gorî naskirina min bi tîpên ferensî xwend, û weha ez fêrî xwendina kurdî bûm. Di heman demê de jî, bavê min gellek helbestên Cizîrî, Xanî û Feqê Teyran ezber kiribû û herdem li malê digotin, bi vî awayî hezkirina ziman û folklorê kurdî xwe bera dilê min da û xebata di vî warî de ji bo min bû işq, rêbaz û armanc.

-Li gorî tê bîra we, berhemê we yê yekem di warê nivîsandinê de çi bû ?

-Di sala 1970 de, bi helbestekê min dest bi nivîsandinê kir, di dû re û di salên 1975-1976an de min wek rêbazekê ji bo fêrbûna zimanê kurdî ji refa 1ê heya refa 5an danî, 5 pirtûk li gel wêneyên hundirîn min amade kir, û ew hîn li cem min in. Piştî wê, min nivîsandina helbestê berdewam kir berî ku ez berê xwe bidim warê folklor.

-Hûn helbesta pêlawaz dinivîsin, di vî warî de, hûn bi kê ji helbestvanên kurd bandor bûne ?

-Wek min berê anî ziman, bavê min tim helbestên Cizîrî, Xanî û Feqê Teyran li mal digotin, bernameyek jî di radyoya (Dengê Tehranê) de bi navê (karwanê şir û lawijan) dihate weşandin û min tim lê guhdarî dikir, her weha min helbestên Osman Sebrî û Cegerxwîn gelkî dixwendin, van hemiyan bandora xwe li min kiriye di warê helbestê de.

-Di pişt re we berê xwe daye folklor ?

-Belê, gudana min bi folklor ji sala 1976an de dest pê dike, wê gavê min li tembûrê jî dida û distira, ew jî girêdayî folklor e. Min dît ku folklor di hinava xwe de dîroka gel hildigire, ew bi xwe dîroka gel ya nenivîsandî ye, lewra min da ser mile- xwe wek erk û armanc- ku ez folklorê gelê xwe bidim hev û binivîsim. Min ji herêma xwe dest pê kir, û min hemû pend, çîrok û stiran dan hev, pişt re min berê xwe da deverên din yên Rojavayê Kurdistanê û ta bi çar parçeyên kurdistanê jî geriyam, hemû tiştên girêdayî folklor civandin. Bi rastî folklorê me weke deryayekê ye, çuqas tu jê bidî hev dawî jê re tune ye, bi mirina her nifşekî re beşek ji folklorê me yê ku nehatiye nivîsandin wenda dibe.

Li gorî gera min ya ku bi salan dirêjkir, min dikarîbû heya niha 3000 stiran wek gotin û awaz tevî şirovekirina bûyer û dîroka wan bidana hev û bnivîsînadina, çîrokên me yên hebû tinebû, pend, têderxistinok û zûbêjî û hemû zargotinên girêdayî folklor, pişt re Enestûteya Geleporê Kurdî li Silêmaniya şande pey min û 14 pirtûkên folklorî ku tev (çîrok, stiran, adyom, bîr û bawerîyên gel) bûn ji min re çap kirin, beşek mezin ji zargotinên foloklorê kurdî di wan pirtûkan de hatiye nivîsandin. Ji hêla cil û bergên kurdî ve jî ku ew nîşana gel a darîçav e û beşek pir giringe ji folklorê kurdî, dever bi dever, êl bi êl geriyam û bi kamîreya xwe wêneyên cil û bergên kurdî li gorî taybetmendiya her deverekê girtin, bi wan wêneyan re şirovekirina her parçeyekî, jêder û sembolîka wan cil û bergan daye diyarkirin.

-Di gera we de ya ji bo danheva folklorê kurdî, çi astengî we dîtiye ?

-Pir astengî û westan min dît, lê di heman demê de jî gereke pir xweş bû. Carinan ez diçûm derinan an gundinan, min zanîbû acan û sîxwir li wan hene û dê rapor ji bo hêzên ewlekarî û muxaberatan bi min ve bêne hildan, lê min dizanibû ku li wan gundan malinin hene tiştine foloklorî li ba wan hene, lê min ji xwe re digot (Bila ez wan tiştên folklorî ji wendabûnê biparêzim û bila ez biêşim û lêpirsîn bi min re bibe), ew bi min xweş be.

Ez pir westiyam, birçî bûm, li çolan razam, bi salan venegeriyam mal, bavê min mir, diya min mir, gelek merivên min jî mirin, û ez şîna wan amade nebûm tevî ku ez li welêt bûm, çiku baweriya min bi karê ku min dikir dihat û min ew kar weke karekî pîroz didît.

Lê tiştê xweş ew bû dema ez diçûm nav gelê xwe û min ji wan re mebesta hatina xwe şirove dikir, wan diriyên xwe li ber min vedikir, û bi kêfxweşî û bê dudilî alîkariya min dikirin. Bi mehan mêvandariya min dikirin û tiştê min ji wan dixwest didane min, pir alîkarbûn bi karê min re, bi giştî ez dikarim bibêjim ku gelê me bi erênî li karê min dinerî.

Dema ku min xwest cil û bergên kurdî belge bikim, bi taybetî yên jinên kurd, wê demê di nav civaka kurdî de girtina wêneyên keç û jinên kurd  xeteke sor bû, lê dema ku dizanîbûn mebest ji wan wêneyan parastin û belgekirina folklorê kurdî ye û navê min jî bihîstibûn, gelê me ew xeta sor derbasdikir û bi vî awayî min bi hezarên wêneyên cil û bergan girtin. Ez vê bîrweriyê li miletê xwe pîroz dikim.

Di heman demê de jî hêzên ewlekarî pir caran lêpirsîn bi min re dikirin û carcaran ez diêşandim da ku karê min rawestînin, lê ez li ser rêya xwe mam û li ber fişarên wan min serî netewand.

-Li gorî karê we di warê folklorê kurdî de, heya niha we dikarîbû çuqasî jê bidin hev, belge bikin û binivîsin, û hûn çi ji wan nivîskar û lêkolînerên ku guhdanê bi folklorê kurdî dikin dibêjin ?

– Li gorî karîn û gera xwe, min dikarîbû rêjeyeke mezin ji folklore kurdî bidim hev, heya aniha min 75 pirtûk di derbarê folklore de danîne, wek min berê anî ziman folklorê kurdî deryayeke bê binî ye, ji lewre ez ji hemû lêkolîner, nivîskar û rewşenbîrên kurd yên ku guhdanê bi folklor dikin re dibêjim Bila ew jî rahêlin pênûs û kamîrên xwe û li gund û deverên kurdistanê bigerin û folklorê xwe yê mayî jî bidin hev û binivîsin.

-Projeyên we ji bo siberojê çi hene ?

-Ez hîn çavên xwe li qorzî û goşeyên deveran digerînim ku tiştin din jî ji folklor bidim hev, ez di vî karê xwe de berdewam im, 37 pirtûkên min çap bûne û hîn 45 pirtûk jî ji bo çapkirinê amade ne, bi hêvî me di demên pêş de wan jî çap bikim.

 

-Di warê wêjeya zarokan de, bi herdu beşên wê (yê fermî û yê geleporî) xebateke we ya berçav heye, herweha berhemên we jî baş hene, gelo çi giringiya wêjeya zarokan ji bo kurdan heye ?

-Dema mirov behsa zarokan dike, ew behsa cîhaneke taybet dike. Bêgoman, zarok hêviya pêşeroja gelan in. Lê mixabin heya aniha guhdan bi wêjeya zarokan nebûye û berhemên ku derketine di vî warî de pir hindik in. Xebata min di warê wêjeya zarokan de ji vê yekê hatiye, min 3 dîwan ji bo zarokan  çapkirine, ew ji danîna min in, 12 pirtûkên din ku girêdayî folklor û wêjeya zarokan in, di navbera (sirûd, stiran û lîstok) heya aniha min dexistine. Ger em li naveroka wêjeya zarokan ya di kultorê kurdî de ye  binerin emê felsefeyekê seyr tê de bibînin, ew jî felsefa jiyana zarokê kurd e, mixabin îroj ev felsefa jiyanê li bal zarokên me wenda bûye, ji sedî yekê em jê nabînin.

 Min 1200 sirûdên zarokan civandiye û xistiye 12 pirtûkan, tevde jî çap bûne.

 -Hûn dizanin ku bi salan şerê çand, kultor û folklorê kurdî hatiye kirin,  dijminên gelê kurd dikarîbûn heya radeyeke mezin civaka kurdî ji çanda wê bi dûr bixîne. Bi dîtina we, bi çi awayî em dikarin folklor û kultorê kurdî ji nû ve vejînin û biparêzin ?

– Folklor hilgirê çand, ziman, kesayetî û nasnameya gel e, gelê ku folklorê xwe wenda bike dê hebûna xwe jî wenda bike. Li gelek dewletan Foloklor li dibistanan tê hînkirin. Ji bo ku em jî folklorê xwe vejînin û biparêzin divê li dibistanan bidin hînkirin, her weha li peymangeh û zanîngehan jî, û ji bo parastina folklorê kurdî pêdivî bi sazî û navendinin taybet heye ku karê wan tenê guhdan bi folklorê kurdî be ji hêla (danhev, nivîsandin, belgekirin û belavkirinê) ve.

-Gotina we ya dawîn ?

-Ez dixwazim nivîskar û rewşenbîrên me, hemû di derbarê wêjeya kurdî de çi zargotin be û çi dahênan be karekî baş û durust bikin, bi zimanê kurdî binivîsin. Ên ku nizanibin bi kurdî binivîsin bila zanebûna xwe bi nivîsandina bi zimanê erebî bi kar bînin ji bo ku wêje û folklorê gelê xwe bi gelê ereb bidin nasîn , eger ji wan nayê bi zimanê kurdî binivîsin bila herî kêm wêjeya gelê xwe biwergerînin zimanên din, bi vî awayî dê karibin xizmeta gelê xwe bikin.

 

Berhemên Nivîskar yên çapkirî

-Kêferat (Helbest)

-Birîna kûr (Helbest)

-Evîna Welêt (Helbest)

-Şewq û Fener (Helbest)

-Ronak û rewşen (Helbest)

-Awazên tembûrê li ber rengê hunûrê (Helbest)

-Hestekî nazik di dilekî tenik (Helbest)

-4 pirtûk çîrok ji bilî 25 pirtûk di warê folklorê kurdî de    

 

 

 

 

Related Posts

Comments are closed.