Sê helbestên “Tomas Tranströmer”…Werger, Şêrgo Dakorî

Sê helbestên Tomas Tranströmer

Werger, Şêrgo Dakorî

 

Nîsan û bêdengî

 

Buhar xopan e li vê derê.

Cihoka mixmelî ya tarî

li kêleka min disûrike

bêyî ku ti wêneyan vebeyîne.

 

Tenê gulên zer

ronahiyê didin.

 

Ez di siya xwe de têm rahiştin

wek kemanekê

di sindoqa xwe ya reş de.

 

Tiştê tenê yê ku ez dixwazim bibêjim

dûrî destê min diçirise

wek zîvê

li cem selefkarekî.

 

*          *          *

 

Şeveke zivistanî

 

Bahoz devê xwe dixe xanî

û pif dike da ku awazan jê derîne.

Ez bi dilegiranî radikevim, xwe diqulêpim, û çavgirtî

nivîsa bahozê dixwînim.

 

Lê çavên zarokê di tariyê de mezin in

û bahoz ji zarokê re gazinan dike.

Herdu ji lempeyên ku hêlan dibin hez dikin.

Herdu li nîvê rê ne ber bi zimên ve.

 

Bahoz xwedî dest û baskine mendalî ye.

Karwan bi aliyê Lapplandê ve direve.

Û xanî bi komstêrên xwe yên ji bizmarên

ku dîwaran hevgirtî dihêlin, dihise.

 

Şev bêliv e li ser erda hindirê me

(li wir hemû gavên ku dengê wan dimire xwe vedihêsin,

wek pelên binavbûyî di golekê de)

lê li derve şev har e!

 

Di ser dinyê re bahozeke girîngtir derbas dibe.

Ew devê xwe dixe canên me

û pif dike ji bo awazan derîne. Em ditirsin

ku bahoz bi pifkirina xwe me vala bike.

 

*          *          *

 

Madrîgalek

 

Min daristaneke tarî wîraset kir ku ez kêm diçim wê. Lê wê rojek bê

ku mirî û jîndar tê de cihên xwe bi hev biguhêrin. Wê demê wê daristan

dest bi tevgerê bike. Em ne bêhêvî ne. Tawanên herî aloz

bê şirove dimînin tevî beşdariya gelek polîsan. Bi eynî şêwe

li cihekî di jiyana me de evîneke mezin ya bê şirove heye.

Min daristaneke tarî wîraset kir lê ez îro derim daristaneke din, ya bi ronî.

Her tiştê jîndar distirê, xwe ditewîne, diheje, û disûrike. Buhar e

û bayekî pir xurt tê. Fêrnameyeke min ji zanîngeha

jibîrkirinê heye û ez destvala me wek kirasê li ser benê cilan.

 

Tomas Tranströmer (1931 – 2015) helbestvanekî swêdî ye. Helbesên wî medîtatîv in û girêdayî xwezayê ne. Di sala 2011 de xelata Nobel a wêjeyê wergirt.

Related Posts

Comments are closed.