Sîpe .. Du Caran Jidayik Dibe : Izedîn Salih

Sîpe .. Du Caran Jidayik Dibe:
Rewşa ku welatê me bi giştî tê re derbas dibe,û nîrên hişk û zordar yên ku di ser me ve dibihûrin bandoreke wan a metirsîdar li ser ciwanan heye,bi taybet li ser kur û keçên ku di qonaxa sîpetiyê de ne,çimkî tê gotin ku sîpe du caran ji dayik dibe,herwiha hozanyar û pisporê piskolojîk yê Emerîkî Granvêl Stanlî Hol di lêkolînên xwe yên zanistî de vê yekê piştrast dike û dibîne ku jidayikbûna sîpe ya yekem qîrîna yekem ya hatina wî bo jiyanê ye,ya duyem jî jidyikbûna kesîtiya wî ye,û rola ku bav û dê dikarin di pêşbirin û damezirandina kesîtiya zarokên xwe de bilîzin.

Sîpetî çi ye?!.., sîpetî qonaxeke hestyar ji qonaxên temen e,ku keç û kur tê de dibihûrin,bi zimanê erebî em jê re dibêjin “Balix” ku bi wateya têgihiştî ango tekûzî tê,ji ber ku ew di pêvajoya laşî û hişmendî de ye,û qonaxa sîpetiyê ewe qonaxa ku di navbera qonaxên zaroktî û ciwaniyê de tê,ev qonax bi zarokan re ji temenê 11 salî ve dest pê dike,dibe ku ji 4-5 salan be,dibe jî ku ta 10 salan ve dirêj bike,herwiha bi destpêka gihiştina sîpetiyê re keç û kur di guherînên laş,zayend û yên derûnî re derbas dibin,ku ev guherîn nîşanên destpêka sîpetiyê ne,bi van guherînan re sîpetî di sê qonaxan de derbas dibe,qonaxên sîpetiyê jî ev in:
Qonaxa sîpetiyê a yekem: (11-14 salî) di vê qonaxê de pir guherînên biyolojî bi lezgînî dibin.
Qonaxa sîpetiyê a navîn: (14-18 salî) ew jî berdewamiya guherînên biyolojî ye,ta tekûzî û gihiştinê ye.
Qonaxa sîpetiyê a derengmayî: (18-21 salî) ku hin ji sîpeyan tekuzî û gihiştina wan dirêj dike ta vê qonaxê.

Bi dawîbûna qonaxa sîpetiyê re raman û prînsîpên sîpe ber bi damezirandina kesîtiya wî ve diçin,jidayikbûna sîpe ya duyem ku me bal kişand ser ev e,dibe ku erênî be,û dibe ku neyênî be jî,ev bi xwe girêdayî ye bi rola ku bav û dê pê radibin bo damezirandina kesîtiya zarokên xwe bi dema derbasbûna zarokên wan bo qonaxa sîpetiyê re,çimkî zanyar û pisporên derûnî û perwerdeyê,gelekî balê dikişînin ser guhdan û danûstandina di navbera dê,bav û sîpeyan de,ku divê dê û bav ji zarokên xwe re palpişt bin û li wan miqate bin,dêmek bav dikare alîkariyê di çareserkirina hin pirsgirêkên kurê xwe de bike,û dê jî dikare bibe hevala keça xwe a sîpe,herwiha pêwîste ku dê û bav digel hev bi keç û kurê xwe re rûnên û li hevdû guhdar bikin,bi vî şêweyî dê û bav dikarin gaveke erênî bo damezirandin û pêşbirina kesîtiya zarokên xwe bavêjin.

Ev rewşa awarte ji şer,wêranbûn û tunebûnê ku em tê de dibihûrin bandoreke wê ya neyênî û metirsîdar li ser kur û keçên me yên ku di qonaxa sîpetiyê de ne heye,lewre min xwest ez balê bikişînim ser vê babetê,tev ku ev babet pir berfireh e û nivîseke wiha kurt wê têr nake,lê ya herî giring ewe ku divê tu carî hevaltî di navbera dê bav û zarokan de têk neçe,herwiha sînorên rêzê jî bi bav û dê re neyên hilweşandin û pira baweriyê jî herdem eşkere û dûz be,ev tev dibin bingeha avakirina saz û durust ji nifşê ciwanan re,ku dibin alava çalak di avakirin û pêşbirina civakê de.

Izedîn Salih

3

Related Posts

Comments are closed.