Tola êlî hîn li Kobaniyê didome

Tola êlî hîn li Kobaniyê didome!

 

Îdrîs Nassan.

 

Hişmendiya kevneperest û mejiyê kuştina tolhildanê,ya ku li ser bingehê êlperestiyeke çewit berdewam dikir û ji aliyê desthilatdar û dagîrkerên civaka me ve dihatin geşkirin,bi guhertin û bûyerên herî mezin yên li Sûriyê û herêmê di salên dawiyê de diqewimin,bidawî ne bûne.

Tolhidana êlî wekî hemû nexweşiyên civakî û exlaqî yên bi darê zorê dihatin qedexe kirin,di van salên aloziya li Sûriyê didome,geştir bûn û ev derfeta veguhêziyê ji aliyê derfetkêşan ve tê bi kar anîn.

Ji lewre,nakokiyên biçûk û neliheviyên normal gelek caran bi kuştinê yan jî bi pevçûnên giran dihatin encam dan.

Li Kobaniya ku behtir ji hemû bajar û bajarokên Sûriyê wêranbû û bitevahî gelê wê koçber û ber bi biyaniyê ve çû,kuştin di nav malbatan de careke din derkete holê û hin malbatan nêçîriya hev kirin,da ku tola kuştiyên xwe hilînin. Di encama vê yekê de,careke din civak li ser bingehê êlî parçe bû û serkêşiya êlî jî bihêztir bû. Serokên êlan yên ku hema hema hatibûn ji bîrkirin,serê xwe rakdikin û ji nûve doza parastina êlperestiyê dikin. Ev parçekirin û hevgirtina êle êl,ji zêdetirî kuştina mirovên me û belavkirina yên din weke belengaz û perîşanan,wateya şaristaniya me çewit dike û derfetê li pêş avakirina rêveberiyeke modern digr e.

Gelê ku hîn mirovên xwe li ser nakokiyên biçûk dikuje û doza tolhidanê dike,nikare weke gelekî şarist û pêşkeftî xwe bide nîşan û nikare li hemberî dijminên xwe taybetmendiya xwe biparêz e. Ji ber ku mêjiyê wî hîn ji asta kuştina navxweyî derbasî asta parastina nirx û giranbuhayên giştî nebû ye.

Lewre,derfetên leşkerî yên îro di destên me de ne,her yek dixwaze  ji bo xwe bi kar bîne û hêza xwe ya taybet ji bo êlê yan jî ji bo malbatê xurtir bike.

 

Related Posts

Comments are closed.