Wê çaxê em ê vehesin : Aras Yûsiv .

Di nav nivîskarên rojavayê kurdistanê de çi li hundirê welat an li derveyî wî,herdem sedemeke sereke ji têkçûna gelek saziyên çandî re hebû û ew jî aborî bû,û tevî ku herdem ev sedem pirsgirêkeke mezin bû lê gelek nifiş ji nivîskaran hebûn ku dîsan bi hewldanên nû radibûn da rojname yan kovareke kurdî biweşînin. Helbet dema em dibêjin sedemên aborî roleke mezin di têkçûna van saziyan de lîstiye,ev nayê wateyê ku sedem in din tunebûn,ji ber sedema siyaseta hikûmeta Be’is li Sûryê dijî zimanê kurdî û qedexekirina wî ji nav sedeman yê her metirsîdar û bi bandor bû. Îro dîsan astengiyên aborî li pêş serpêhatiyên nû disekinin çi di berdewamî an nevebûna gelek saziyên çandî de û nahêlin ku ew serpêhatî berhmên xwe bigirin,ji ber piraniya hewldanên ku hatine kirin ta niha di warê medya çapkirî de li ojavayê kurdistanê hewldanên kesayetî ne,ji xwe eger bi vî rengî ev sazî hatibin avakirin temenê wan dê ne gelekî dirêj be. Îro bi rengekî cidî ji tevahiya aliyên tevgera kurdî tê xwestin ku li rewşa çanda kurdî binerin ku ew jî ne kêmî gelek rewş in din e ji pêwîstîbûna wê bi alîkariyê,ji ber ev sazî ew in yên bêtirî ji her tiştî neynikên gelê xwe ne û dîroka wî dinivîsînin û gereke ji bin giraniyên barê aborî derkevin.
Ev çend salên dawî ku li ser rojavayê kurdistanê derbas bûn,sal in hêja ne ku piştî wan îdî dest bi xwedîderketinê li saziyên çandî bê kirin,û îdî bê astengiyên aborî dest bi karê xwe bikin û ji dêv ku me berê li pêşiya pirtûkxaneyan rojnameyên ne bi zimanê kurdî bo firotinê didîtin,îdî em rojname û kovarên kurdî bo firotinê bibînin . Di wê dema em kovar û rojnameyên kurdî bibînin ku gihane radeya rojane,mehane û demsalane an salane derkevin û li her bajarekî ji rojavayên kurdistanê bibînin ku ew têne firotin,em ê nas bikin ku dem hatiye em bihneke kûr bisîtinin û bêjin: Aniha hinekî çanda kurdî bi xêr e .

Aras Yûsiv

1

Related Posts

Comments are closed.