Werzê zivistanê û kêmpeydabûna derfetên kar

Werzê zivistanê û kêmpeydabûna derfetên kar

 

Efsan Kurdî

 

 Her sal, bi hatina werzê zivistanê re kar li her deverê kêm dibe, û derfetên bidestxistina kar jî zehmet dibin. li Rojavayê kurdistanê û deverên rêveberiya xweser, di werzê havînê de kar pir dibe û bi hêsanî tê bi dest xistin, bi taybetî ew karên ku girêdayî avahiyê ne, lê bi hatina werzê sermê re gellek kar têne rawestîn, çiku keş û seqa alîkariya berdewamiya van karan di werzê sermayê de nake. Wekî mînak rawestîna tevgera avahîyê dibe sedemê betlaneya gellek karkeran.

Di heman demê de jî, debara jiyanê di werzê zivistanê de zehmet dibe, çiku buhaya gellek tişt û pêdiviyên jiyana rojane yên welatiyan bilind dibe, û mesrefa malê giran dibe. Ev yek dibe bargiranîyeke zêde li ser milê wan kakerên ku bê kar dimînin.

Pend û metelok dibêje “qirûşê xwe yê sipî ji bo roja xwe ya reş veşêre”.

Hin karker ji havînê ve karê xwe û werzê zivistanê dikin û pereyên xwe hiltînin da ku têra mesrefa wan û zivistanê bike, lê ne her karker dikare vê yekê bike çiku gellek ji wan bi nan û zikê kar dikin û kiriya wan bi zor têra debara jiyana wan dike.

Derbarê vê mijarê de hoste Selam Ehmed ku ew xwediyê kargeheke bilokan e, ji kovara welat re axivî û got :

  “Ji serê havînê de karê me gellekî baş bû, em rojekê jî ranewestiyane, 6 karker li cem min kardikin, rojane xerciyeke baş ji min û wan re dimîne, jixwe wek hûn dizanin, havînê mesrefa ku li xwarinê diçe jî kêm e, ji ber şînatî pir e û erzan e, ne wek çile ye, lê zivistanî karê me kêm dibe, carnan jî bi carekê re radiweste. Ji ber vê yekê divê ku em her sal hesabê xwe û zivistanê bikin, xercîyeke taybet deynin alîkî, ku eger kar rawestiya em karibin di wan çend mehên çile de debara jiyana xwe pê bikin.

 Lê ne her dem hesabê malê û sûkê li hev derdikeve.

Îsa xelef karkerek e, li ber destê hostakî lêkirinê bi kiriya roja xwe kar dike ji kovra welat re got:

 “Ez li ber destê hostakî kar dikim, roja min incex têra debara jiyana min a rojane dike, ango karê bi nan û zikê ye, ez nikarim bi vê kiryê ti pereyan bidim ser hev, eger kar bi hatina zivistanê re radiweste rewşa min û ên wek min perîşan bibe,  eger rojekê tenê bê kar dimînim ez wê rojê li kepa nanê xwe diheyirim, vêca çawa ezê pereyan ji bo zivistanê bidim ser hev !?”

Related Posts

Comments are closed.