Werzeş me dighîne hev .

Werzeş me dighîne hev
Li bajarê Hesekê û li ser xaka yarîgeha Bengo xula topa pê ya salane bo xwendekarên zanîngehan Hesekê hat lidarxistin,xule ji aliyê Hevgirtina Werzeşvanên Kurd li Sûriyê şaxê Hesekê hate orgenîzekirin,û di bin duruşma ‘werzeş me digîne hev’, xul bi beşdariya 12 tîman ku piraniya lîstikvanên wan ji xwendekarên zanîngehan ne pêkhat,û di matşa destpêkê de herdû tîmên Muxteribîn û zanîngeha Ilûm lîstin,û di encamê de tîma Muxteribîn biserket bi du golên paqij bê beramber,û bi amadebûna komîta dadvanan û komîta topa pê di Hevgirtinê de,û tîmên beşdar di vê xulê de .
Ev xul bi rengekî salane tê lidarxistin,û ev sala pêncan e ku xula xwendekarên zanîngeha li bajarê Hesekê tê lidarxistin,di derbarî vê xulê de Ednan Şêxo rêveber di Hevgirtina Werzeşvanên Kurd li Sûriyê ji kovara Welat re axivî: Mercê sereke bo beşdarbûnê di vê xulê de,divê ku lîstikvan xwendekarbin,herwiha Şêxo got ku dadvanên vê xulê kesin pisporin û akadîmî ne.
Hejar Mi’o endamê komîta birêveber ya Hevgirtinê li ser vê xulê got: Ev kopya pêncan e ji xula topa pê ya taybet bi xwendekaran,bi beşdariya 12 tîmên xwendekarên zanîngehan,ango zêdetirî 120 xwendekar têde beşdar bûne,herwiha Mi’o got,armanca me ji sazkirina van xulan ew e,da ku ciwan hevdû nasbikin, û moralên wan bilind bibin û bi xaka welatê xwe ve bên girêdan,herwiha ev xul derfetê dide xwendekaran ku werzeşê bikin,Mi’o jî got,em gelek xulan orgenîze dikin di hemû cureyên werzeşê de li bajarê Hesekê,wek xulên (Şetrencê,Maraton û Mulakemê).
Di encama vê xulê de herdû tîmên dibistana Sedaqa û xwendekarên Muxteribîn gihiştin matşa dawî,û bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên ciwanan,û cemawerekî ji xwendekarên zanîngehan matş destpê bû,û di encamê de tîma dibistana Sedaqa bi serket û lehengiya vê xulê wergirt.
Di ahenga dawiya vê xulê de gelek xelat li ser xwendekarên beşdar hatin belavkirin,xelata tîma lehenga xulê,û xelata rêzgirtina tîma pileya didwan û xelata baştirîn lîstikvan û baştirîn goler di xulê de,herwiha cilên werzeşî jî li ser lîstikvanên serkeftî hatin belavkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Hevgirtina Werzeşvanên Kurd li Sûriyê wek rêxistineke sivîl bi gelek çalakiyan li bajarê Hesekê rabûye,û tevî rewşa şer û ne aramiyê jî,hîn berdewam e,û rewşa aborî ya aloz li Hesekê,lê Hevgirtina Werzeşvanan hîn di çalakiyên xwe yên werzeşî de berdewam e,da ku navtêdanê bide ciwan û werzeşvanên ku li ser xaka welêt mane,û moralên wan bilind bike,û bi mebesta ku çalakiyên werzeşî bibin cihê hevdîtinê û hevgihanê.
Salar Salih
Hesekê

17

Related Posts

Comments are closed.